Meseleya Se‘lebe gelo rast e, an jî çîrok e?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Hedîs Tarih: 19 Ocak 2016

Pirs: Hedîsa bi navê hedîsa Se‘lebe, gelo sehîh e? Gava tê ba Pêxemberê me û dibêje “ji min re dua bike bila mal û mulkê min çêbibin.” Pêxemberê me jî jê re dua dike û piştî ku dua qebûl dibe, Se‘lebe gelekî dewlemend dibe. Piştre dema Pêxemberê me memûrên zekatê dişîne balê, Se‘lebe xwe nade ber dayina zekatê. Lê belê dûvre poşman dibe û digel ku dixwaze zekatê bide jî êdî Pêxemberê me jê qebûl nake. Piştî wefata Pêxemberê me, Se‘lebe zekata xwe dibe ku bide Hezretî Ebû Bekir, wî jî qebûl nekiriye, piştî wefata wî, biriye ba Hezretî Umer wî jî qebûl nekiriye. Piştî ku şaşiya xwe nas kiriye û poşman bûye, ma birastî jî pê re wiha tev geriyane? An jî ev gotin, ji hîkaye û çîrokan pêk tê?

Bersiv: Di gotara bi sernavê “Sa’lebe Kıssasıyla İlgili Rivayet Üzerine Sened ve Metin Esaslı Tahliller” ya Dr. Kadir Paksoy ya ku di kovara Yeni Ümit de hatiye weşandin, bi vê mijarê re eleqedar bi kurtasî ev zanyariyên han cih digirin:

“Li gorî îfadeyên zanyarên hedîsê, hedîsa Se‘lebe ji aliyê senedê ve riwayeteke gelekî zeîf, bi ‘illet û munker e.

Îbn Hezm dibêje ku hedîsa Se‘lebe ya ku bi rêya Mu‘an kurê Rifa‘e, ‘Elî kurê Yezîd û Qasim hatiye ragihandin riwayeteke batil e û tu esil jê re tune ye. Her wiha dibêje ku ji aliyê sebebê nuzûlê ve jî ayetên 75-77’an ji sûreyê Tewbe bi gelemperî di bara kesên munafiq de ye, ji ber vê yekê tu têkilatiya wan ayetan bi Se‘lebe re tune ye.

Îbnu’l-Esîr, diyar kiriye ku qiseya Se‘lebe ne sehîh e yan jî bi şubhe ye ku di heqê Se‘lebeyê beşdarî cenga Bedrê bûye.

Zehebî, dibêje ku hedîsa Se‘lebe munker e.

Îraqî û Heysemî bal kişandine ser hedîsa Se‘lebe ya ku Teberanî neqil kiriye û gotine ku ev hedîs, bi sedem rawiyê hedîsê ‘Elî kurê Yezîd ê metrûk, zeîf e.

Ebdulfettah Ebû Xudde dibêje, digel ku riwayeta hedîsa Se‘lebe bi îllet û munker e, lê belê bê ku îşaret bi bal ve bê kirin bi taybetî jî ji aliyê alimên tefsîrê ve hatiye neqilkirin.

Hedîsa Se‘lebe, li gorî van nirxandin û rexneyên aliman gelek zêde zeîf, bi îllet, munker, heta bê esl û derew e. Taybetiyên di naveroka riwayeteke wiha de diborin, teqez nabe delîl. Heta ne rewa ye ku riwayetên wiha bên neqilkirin jî.

Di riwayetê de dibore ku digel Se‘lebe poşman dibe û zekata xwe tîne, lê ji aliyê Qasidê Xwedê ve û ji aliyê xelîfeyên wî ve nayê qebûlkirin. Redkirina kesê ku zekata xwe aniye, di serî de li dijî pratika Qasidê Xwedê ye û piştre jî li dijî ya Xelîfeyên Reşîd e. Bi taybetî jî gava li tevger û stratejiya Qasidê Xwedê ya li hemberî munafiqan bê nihêrtin, dê bê dîtin ku munafiqiya wan nedaye rûyê wan û heta ji munafiqên navdar yekî mîna Îbn Selûl bi sebir îdare kiriye.

Wekî din jî li gorî pratîka Qasidê Xwedê û xelîfeyên pêşîn, ji yên xwedî derfet zekat tê stendin, eger hewcedarî hebe mijara zordariyê jî dikeve rojevê. Di ser de jî di halê ku biryara xelîfeyê yekem Hezretî Ebû Bekir ya li hemberî kesên zekat nedidan û îlana cengê li dijî wan bûyereke diyar e, jixwe ne pêkan e ku zekata kesên ji riza dilên tînin bê redkirin.

Bi vê îtibarê reda Se‘lebe, ne bi pratîka Qasidê Xwedê yê ku hukmên Îslamê bi cih tîne, ne jî bi pratika xelîfeyên wî yên ku peyrewên suneta wî ne, li hev dike. Temamê van daneyan didin nîşandan ku hedîsa Se‘lebe ji aliyê metnê/naverokê ve gelek nakokiyan di xwe de dicivîne.”[1]



[1] Kadir Paksoy, Sa’lebe Kıssasıyla İlgili Rivayet Üzerine Sened ve Metin Esaslı Tahliller“, Yeni Ümit Dergisi, jimar: 70, 2005.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma hedîsa “Kesê nîşangêriyê hîn bibe û biterikîne, ne ji me ye” sehîh e? 29.09.15 1.265
2 Gotina “ez kurê du qurbaniyan im”, gelo hedîs e? 21.01.16 1.226
3 Ma gotina “Saetek bi tefekkur, ji îbadeta sunet ya salekê bi xêrtir e” hedîs e? 30.03.16 1.134
4 Ma hedîsa “Roja qiyametê ez ê berî her kesî têkevim bihuştê” sehîh e? 27.04.16 1.126
5 Ma gotina “Quretiya li hemberî quretiyê sedeqe ye” hedîs e? 30.09.15 1.330
6 Ma limêj servekirî tê kirin? 25.01.16 1.201
7 Ma hedîsa “Xewa kesên alim, ji îbadeta nezanan bi xêrtir e” sehîh e? 31.03.16 1.196
8 Ma divê em hedîsa “Ê ku bi pîreka xwe re herî rind tev digere, ez im” çawa fêhm bikin? 01.10.16 907
9 Ma “Di hezkirina xwe de bi endaz be, di buxza xwe de bi endaz be”, hedîs e? 05.10.15 1.309
10 Hedîsa di heqê bîata bi îmamê zeman re 27.01.16 1.302
11 Ma hedîsa di heqê girtina faîzê li darulherbê sehîh e? 01.04.16 1.221
12 Ma hedîsa “Xêr di pereyên ku bo çêkirina avahiyê tên xerckirin, tune ye” sehîh e? 13.10.15 1.362
13 Ma hedîsa “di demên zor de alîkariyê ji miriyan bixwazin”, sehîh e? 28.01.16 1.225
14 Ma Îmam Nesaî, alimekî hedîsê yê pêbawer e? 04.04.16 1.097
15 Hedîsa “‘Eşereyê Mubeşşer”, divê çawa bê fêhmkirin? 19.10.15 1.334
16 Ma di derbarê hezkirina ji Pêxember tu hedîsek heye? 08.02.16 1.112
17 Kitêba ‘Eclûnî ya bi navê Keşfu’l-Xefa, ma çavkaniyeke ewle ye? 05.04.16 1.086
18 Ma Pêxemberê me di bihuştê de dê bi diya me Meryem re bizewice? 20.10.15 1.363
19 Li gorî hedîsan, mirovê herî qenc kî ye? 11.02.16 1.285
20 Gotina “Li ser miriyên xwe sûreyê Yasînê bixwînin.”, ma hedîsa Pêxember e? 07.04.16 1.214
21 Hukmê ‘emelkirina bi hedîsa zeîf çi ye? 02.09.15 1.224
22 Hedîsa qudsî çi ye? 23.10.15 1.360
23 Ma rast e ku di her sed salî de mucedidek tê? 12.02.16 1.209
24 Ma hedîsa “Receb meha Xwedê ye, Şe‘ban meha min e, Remezan jî meha ummeta min e” sehîh e? 08.04.16 1.138
25 Ma çend hedîs ji Pêxemberê me hatine ragihandin? 03.09.15 1.296
26 Ma razana ber êvarê, bi zirar e? 26.10.15 1.370
27 Ma hedîseke wiha “Kesê ji Xwedê sebrê bixwaze, wî bela xwestiye” heye? 26.02.16 1.212
28 Ma Xwedê Teala, şêwirmendên şelaf museletî ser rêvebirên ku ji wan hez nake, dike? 11.04.16 1.263
29 Ma însanan bi kîjan mebestan hedîs lêanîne? 07.09.15 1.139
30 Hûn dikarin hedîsa “cihê xeflet lê hatiye serê meriv biguherînin”, rave bikin? 27.10.15 1.313
31 Ma gotina “Limêj, mîraca kesê bawermend e” hedîs e? 08.03.16 1.137
32 Ma kesên li kilamên stranbêjên jin guh bidêrin, dê paxir bê berdan guhê wan? 13.04.16 1.168
33 Hûn dikarin di heqê berhemên ku hedîsên mewzû‘ berhev kirine, agahiyan bidin? 08.09.15 1.285
34 Ma hemî pêxemberan şivantî kirine? 08.11.15 1.333
35 Di heqê hedîsa divê zava piyên bûkê bişû 09.03.16 1.233
36 Ma hedîsa “Kesê suneta min îhya bike, xêra sed şehîdî jê re heye” sehîh e? 14.04.16 1.158
37 Li gorî Ebû Henîfe, di Kutubê Sitte de tu hedîsên li dijî Qur’anê ne, hene? 09.09.15 1.389
38 Gelo hedîsa kenza mexfî (gencîneya veşartî), sehîh e? 28.12.15 1.342
39 Ma gotina “Em ji cîhada biçûk hatin bal ya mezin” hedîs e? 14.03.16 1.242
40 Ma hedîsek bi vî awayî “Ji ber sê tiştan ji Ereban hez bikin” heye? 18.04.16 1.120
41 Ma nusxeya destnivîsa Buxarî bi xwe heye, wenda ye, an nayê zanîn? 14.09.15 1.356
42 Hedîsa “Jiyana min û mirina min jî, ji we re bi xêr e”, sehîh e? 29.12.15 1.331
43 Ma ji bilî xanî, cil, nan û avê mafê însên di tu tiştekî din de tune ye? 15.03.16 1.254
44 Ma hedîsa “Ez hatime şandin da ku exlaqê xweş temam bikim” sehîh e? 19.04.16 1.305
45 Ma di Qur’anê de di derbarê zewaca pîrik û nevî de, tu hukim tune ye? 15.09.15 1.345
46 Ma dibe ku însan, bêhemdî ketibe şirkê? 30.12.15 1.311
47 Gotina “Ne di erd û asîmanan de, lê di dilê bendeyê xwe yê bawermend de bi cih dibim” hedîs e? 16.03.16 1.248
48 Ma di heqê hibekirina xêra sûreyê Îxlas de tu hedîsek heye? 20.04.16 1.130
49 Kesê di axirzeman de îbadetên hindik bike, ma dê xelas bibe? 17.09.15 1.392
50 Ma sedeqe temen dirêj dike? 18.01.16 1.259
51 Ma hedîsa “Wê hin derewîn derkevin û bibêjin ku dev ji hedîsê berde, li Qur’anê binêre.” sehîh e? 22.03.16 1.191
52 Ma gotina “Hezkirina welêt, ji îmanê ye” hedîs e? 22.04.16 1.167
53 Hedîsa “Zanayên umeta min, mîna pêxemberên Zaroyênîsrail in” 20.09.15 1.252
54 Meseleya Se‘lebe gelo rast e, an jî çîrok e? 19.01.16 1.213
55 Hedisa “Kesê çar rek‘et sunetên berî nîvro neke, mehdervaniya min nagihîjê” sehîh e? 28.03.16 1.170
56 Ma hedîsa kesê qurbanê serjê neke bila nêzî mizgefta me nebe, sehîh e? 25.04.16 1.098
57 Duayê Cewşenê ji aliyê ‘ilmê hedîsê ve, çawa tê nirxandin? 28.09.15 1.205
58 Hedîsa bihuşt di bin piyên dayikan de ye 20.01.16 1.299
59 Ma hedîsa “Temenê umeta min, 1.500 salî derbas nake.” sehîh e? 29.03.16 1.115
60 Ma di bara bikaranîna gopal de tu hedîsek heye? 26.04.16 1.078