Fetwayen Kurdi
Hedîsa bihuşt di bin piyên dayikan de ye

Hedîsa bihuşt di bin piyên dayikan de ye

Pirs: Hedîsa bihuşt di bin piyên dayikan de ye, ma hedîseke mezwû‘ ango derew e?

Bersiv: Li gorî vegotina Mu‘awiye kurê Cehîme; Cehîme (x.j.q) tê hizûra Pêxember (s.a.w) û jê re dibêje: “Ey Qasidê Xwedê! Ez dixwazim beşdarî xezwê/cengê bibim, hatime ku di vê meseleyê bi we re bişêwirim.” Qasidê Xwedê jê dipirse: “Ma dayika te heye?” Gava ku dibêje “Erê heye.” Ew wiha kerem dike: “Wê gavê jê meqete. Lewra bihuşt di bin piyên wê de ye.”[1]

Herwekî ku tê dîtin hedîs di Kutubê Sitte[2] de dibore. Lê belê ji alimên hedîsê Hakim diyar dike ku ev hedîs, mudterib e.[3]

Hedîs, herçiqas ji aliyê senedê ve zeîf be jî lê xuya dike ku mena vê rast/sehîh e. Lewra dema em li Qur’anê dinihêrin em dibînin ku di gelek ayetan de piştî baweriya bi Xwedê Teala, kirina qenciyê bi dê-bav hatiye fermankirin. Ji ber vê yekê rêya ku diçe bihiştê, di ber wan re derbas dibe.

*Hedîsa Mudterib: Hedîsa ji aliyê yekî yan çend kesan ve hatibe ragihandin û di metin an jî di seneda wê de hin cudahitî hebin ku di navbera wan de îmkana cem’ û telîfê tune be.



[1] Nesaî, Cihad, 12.

[2] Kutubê Sitte: Bi mena Şeş Berhemên Sereke yên hedîsê ye.

[3] Bnh. Îsmaîl kurê Muhemmed el-‘Eclûnî, Keşfu’l-Xefa, çapa 3’mîn, Beyrût 1988, I, 335, jimara hedîsê: 1078.