Fetwayen Kurdi
Gotina “ez kurê du qurbaniyan im”, gelo hedîs e?

Gotina “ez kurê du qurbaniyan im”, gelo hedîs e?

Pirs: Min di hikayekê de xwend ku kalê Hezretî Muhemmed li ser dîtina xewnekê dixwaze bavê wî gorî bike. Rast e ku Pêxember (s.a.w), Hezretî Îsmaîl jî qesd kiriye û gotiye “Ez kurê du qurbaniyan im.”

Bersiv: Ev riwayet, di çavkaniyên siyerê de yên ku behsa jiyana Hezretî Pêxember dikin û di hin berhemên hedîs û tefsîrê de dibore. Lê belê ev riwayet di tu berhemeke ku bi “Kutubê Sitte” tên navkirin de derbas nabe.

Di berheman de riwayetek, ji devê Pêxemberê me bi xwe “Ez kurê du qurbaniyan im”, ya din ji aliyê yekî Bedewî ve dema xîtabî Pêxembrê me dike bi awayê “Ey kurê du qurbaniyan!” cih digirin. Aliman diyar kirine ku riwayeta duyem saxlem e û dibêjin me tesbît nekiriye ku riwayeta yekem ji aliyê Pêxemberê me ve hatiye gotin.[1]



[1] Bnh. ‘Aclûnî, Keşfu’l-Xefa, Beyrût 1988, I, 199, jimara hedîsê: 606.