Gelo di karkirinê de, tu sînorekî diyar heye yan na?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Kirîn û Firotin Tarih: 21 Ocak 2014

Pirs: Di kirînên bi deyn de hin caran ji sedî sed kar tê kirin. Mîna malê ku bi 80 lireyî bê kirîn, pêşin bi 100’î û bi deynê salekê bi 200’î bê firotin. Ma di kirîn û firotinê de ji bo karkirinê sînorekî xuyakirî heye yan na?

Bersiv: Di kirîn û firotinê de çênabe ku sînorekî xuyakirî ji bo karê hebe. Pêxemberê (s.a.w) îhtimam daye ku bihayê tiştan, di derdorên reqabeta azad de pêk were û derkeve holê û tiştên ku dibin asteng ji bo vê, qedexe kiriye. Li Medîneyê bihayê tiştan zêde dibe û gel ji Qasidê Xwedê Teala xwestine ku “nerh”ê tetbîq bike. Nerh, bi mena tesbîta bihayên tiştan ji aliyê desthilatdaran ve, ku herî zêde dê bi çiqasî bê firotin e. Li ser vê daxwaziya gel, Qasidê Xwedê (s.a.w) wiha dibêje:

Kesê ku bihayan tesbît (aşkere) dike, dadixîne, berfireh dike û riziq dide Xwedayê Bilind e. Daxwaziya min ya bingehîn ku ez bigihêjim Rebbê xwe, bê ku tu kes ji we dozê ji bo neheqiyekê di derbarê can û mal de ji min bike.[1]

Bi vê gotina xwe, wî tetbîqa “nerh”ê qedexe kiriye. Zanyarên ‘ilmê fiqhê yên ku ji bo tetbîqa nerhê fetwa dane, ev fetwayên wan bi temamî ji bo rewşên zerûrî ne. Lê belê ev fetwa, hem li dijî vê qedexekirinê ye û hem jî di pêş de dibe sedem ji bo ziyan û xisara gel. Lewra, dema nerh bê tetbîqkirin, dê mal hindik têkeve sûkê û dê xela û sûka reş li bazaran, bike serdest. Encax bi sûk bazareke azad, mumkin e ku erzanî pêk were.



[1] Tirmizî, Buyû‘, 73.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Hukmê ku meriv ji yekî pere bistîne û bi zêdetirî lê vegerîne çi ye? 21.01.14 1.473
2 Firotina fêkiyên daran beriya ku kulîlkên xwe vekin 21.01.14 1.548
3 Hukmê kirîna malên qaçax çi ye? 21.01.14 1.516
4 Gelo durist e ku di navbera bihayê bi deyn û pêşin de, ferq hebe? 21.01.14 1.530
5 Hukmê bazirganiya li pêşiya mizgeftan çi ye? 21.01.14 1.605
6 Ma kirîna tiştekî bi rêya muzayedê durist e? 21.01.14 1.603
7 Ferqa di navbera bihayê pêşin û bi deyn, gelo dibe faîz? 21.01.14 1.575
8 Ma rast e ku Pêxemberê me (s.a.w) dema wefat kiriye, zirxê wî di hember deynê Cihûyekî de rehin bûye? 21.01.14 1.487
9 Hukmê kirîna diwîzan bi rêya sîstema Forexê, gelo durist e yan na? 21.01.14 1.563
10 Gelo durist e ku meriv malê xwe bi du bihayên ji hev cuda bifiroşe? 21.01.14 1.601
11 Hukmê beşdarbûna rêxistina Lyonessê çi ye? 21.01.14 1.554
12 Qezenckirina pereyan bi rêya serîlêdana malperan, helal e? 21.01.14 1.575
13 Gelo di karkirinê de, tu sînorekî diyar heye yan na? 21.01.14 1.517
14 Ma stendina kuponan caiz e? 21.01.14 1.505
15 Gelo rast e ku Ebû Henîfe, di ticaretê de ji bo karkirinê sînorek daniye? 21.01.14 1.504
16 Ma divê ku meriv hemî taybetmendiyên mal ji bikir re bibêje? 21.01.14 1.490
17 Ma rast e ku di “Mecelle”yê de, sînorê karkirinê hatiye danîn? 21.01.14 1.618
18 Gelo firotina bi rêya “Bey‘ê bil-Wefa”, caiz e? 21.01.14 1.621
19 Gelo dînê Îslamê ji bo karkirinê, tu sînorek daniye? 21.01.14 1.653
20 Firotina malê ku ne di destê meriv de be, gelo caiz e yan na? 21.01.14 1.628
21 Malê ku di destê me de ye, dema bihayê wê zêde bibe, ma divê em bi kîjan bihayî bifiroşin? 21.01.14 1.544
22 Hukmê malê ku bi rêya fermî nehatibe qeydkirin û bikir jî ew teslîm negirtibe, dê çawa be? 21.01.14 1.590
23 Firotina malekî bi bihayê nû durist e yan na? 21.01.14 1.519
24 Kirîn û firotina di dema limêja înê de, li ser înternetê gelo helal e yan na? 21.01.14 1.532
25 Dema meriv tiştekî bifiroşe, gelo bihayê wê demê yan jî malê hatiye firotin tê îtibarkirin? 21.01.14 1.517
26 Ma di wextê limêja înê de kirîna tiştekî ji kantîna dibistanê caiz e? 21.01.14 1.379
27 Dema meriv deh çûwalan bi deyn bibe, dê deynê xwe çawa bide? 21.01.14 1.571
28 Xaniyê ku hêj temelê wê jî nehatiye avêtin, gelo caiz e ku meriv jê qatekî bikire? 21.01.14 1.488
29 Eger meriv dev ji bazarê berde, gelo tu cezayekî wê heye? 21.01.14 1.551
30 Hukmê kirîna wesayit-xaniyekî, bi rêya “Emin Evim”-“Emin Otomotiv”ê çi ye? 21.01.14 1.618
31 Gelo kirîna malê hicizkirî, caiz e? 21.01.14 1.523
32 Hukmê “Yekî ku wesayitek modela wê 2009 ji meriv bistîne, bi şertê ku di sala pêş de yeka modela 2011 be, ji meriv re bikire”, çi ye? 21.01.14 1.481
33 Hukmê kirîn û firotina pisîk û kûçikan çi ye? 21.01.14 1.519
34 Kirîna xaniyan ji TOKİyê gelo caiz e yan na? 21.01.14 1.543
35 Ji dikana ku mey lê tê firotin, gelo caiz e ku meriv tiştekî bikire? 21.01.14 1.664
36 Gelo şikandina çekan, caiz e? 21.01.14 1.533
37 Ez dixwazim wesayitekê bikirim, da ku nekevim faîzê divê ez kîjan rêyê bişopînim? 21.01.14 1.588