Fetwayen Kurdi
Ma limêj servekirî tê kirin?

Ma limêj servekirî tê kirin?

Pirs: Di lêkolîna we ya bi sernavê “Başörtüsü ve Örtünme” de we cih daye hedîsa “Xwedê, limêja pîreka ku ketiye heyza/xwînmehê encax bi çarikê, qebûl dike.”[1] Gelo dereceya sihet/rastiya vê hedîsê çi ye? Eger sehîh be, ma ji vê yekê encama ku pîreka di heyza de ye dikare limêj bike, dernakeve?

Bersiv: Hedîsa ku di Ebû Dawûd de dibore “Xwedê, limêja pîreka ku ketiye heyza/xwînmehê encax bi çarikê, qebûl dike.” bi du rêyan hatiye ragihandin. Yek jê mewsûl e (ango di seneda wê de tu qutbûn tune ye) ya din jî mursel e (hedîsa ku tabiîn behsa sehabî neke û riwayet bike).[2]

Bi gotina “pîreka ku ketiye heyza” jî “pîreka ku gihaştiye çaxa heyzê” hatiye qesdkirin. Bo derxistina encama ku “pîreka di heyza de ye dikare limêj bike”, divê ku hevoka “fî eyyami heydiha” ango di rojên heyzê de hebe.[3] Lê belê di hedîsê de îfadeyeke wiha tune ye. Ji vê bonê divê ku bi awayê “pîreka ku gihaştiye çaxa heyzê” were fêhmkirin.

Nîşe: Hûn dikarin nivîsa bi sernavê “Başörtüsü ve Örtünme” ya ku di pirsê de borî, ji lînka jêr bidest bixin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/basortusu-ve-ortunme.html



[1] Ebû Dawûd, Selat 85, jimara hedîsê: 641.

[2] Bnh. Xelîl Ehmed es-Seharenfûrî, Bezlu’l-Mechûd fî Helli Ebî Dawûd, Beyrût b.m, IV, 305, Babu’l-Mer’eti Tusallî bi xayrî Ximarin.

[3] Bnh. Xettabî, Mealimu’s-Sunen (Çapa bi Sunena Ebû Dawûd re), Selat 85, şîroveya hedîsa 641.