Fetwayen Kurdi
Hedîsa di heqê bîata bi îmamê zeman re

Hedîsa di heqê bîata bi îmamê zeman re

Pirs: Ma di derheqê kesên ku bîatê nedin Îmamê dema xwe û bimirin ku dê li ser mirina cahiliyê bimirin, hedîsek heye?

Bersiv: Belê, hedîseke wiha heye. Di Sehîha Muslim de bi awayê “Kesê bê bîat bimire, (bi mirineke) mîna mirina cahiliyê dimirire.”[1] dibore. Ev jî di heqê kesên ku serokê umeta Îslamê yê ku “bi tifaqa temamê Muslumanan” hatiye hilbijartin nas nakin, hatiye gotin. Ne ji bo yê ku ji aliyê çend kesan ve yan di nav desteyeke sîyasî yan jî dînî de hatiye hilbijartin û bi navê “emîr”, “xelîfe” û “emîrul’-muminîn” hatiye navkirin.

Ev hedîs, bi armanca ku Muslumanan ji xetera tefrîqeyê hişyar bike, hatiye gotin. Rê û rêbaza yekta bo rizgariya ji vê tefrîqê û dubendiyê jî kombûna li dora Qur’anê ye. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ya ku ew dibêjin, Em baş pê dizanin. Tu li ser wan ne zordest î (ku bi zorê wan bînî îmanê). Tu bi vê Qur’anê, kesê ku ji ezabê Min bitirse, şîret bike.”[2]

Hûn gişt xwe bi benê Xwedê (Qur’anê) bigirin û jihev parçe mebin.”[3]

Bêguman ev rêya Min e, rêya rast û durist e. Bidin pey wê û nedin dûv rêçikên din, vêca ew ê we ji rêya Xwedê biqetînin. Xwedê bi vanan ferman li we dike, da ku hûn xwe biparêzin.”[4]



[1] Muslim, Îmaret, 58 (1851).

[2] Ehqaf, 50/45.

[3] Alî Îmran, 3/103.

[4] En‘am, 6/153.