Fetwayen Kurdi
Li gorî hedîsan, mirovê herî qenc kî ye?

Li gorî hedîsan, mirovê herî qenc kî ye?

Pirs: Di hin hedîsan de îfadeyên “ji we yê herî baş, ê ku Qur’anê hîn bibe û bide hînkirin”, “herî qencê we, merivê ku exlaqxweş be” û hwd. hene. Di vê rewşê de merivê herî rind gelo kî ye?

Bersiv: Zanyarên hedîsê, hedîsên ku we behsa wan kir wiha nirxandine; ew bersiv, li gorî rewşa kesên ku pirs ji Pêxemberê me (s.a.w) kirine, hatine dayin. wekî mînak, ji sehabiyekî ku ji dê û bavê xwe re ne baş bûye, gotiye ku “Ji we yê herî baş, ê ku ji dê û bavê xwe re baş e”, ji yekî ku limêjên xwe di wexta wan de nedikir re “Ji we yê herî baş, ê ku limêjên xwe di wexta wan dike” û ji yekî ku di exlaqê wî de qelsî hebûne re jî gotiye ku “Ji we yê herî baş, ê ku ji aliyê exlaq ve herî baş be.” Ango li gorî rewşa xwediyê pirsê, bersivên jihev cuda dane wan.