Fetwayen Kurdi
Ma Hz. Îsa, ji nesla Hz. Îshaq tê?

Ma Hz. Îsa, ji nesla Hz. Îshaq tê?

Pirs: Çend roj berê di bernameyeke televîzyonê de we got ku Hezretî Îsa, ji nesla kurê Hezretî Îbrahîm, Hezretî Îshaq tê. Lê, Hezretî Îsa, ma bê bav nehatibû dinyayê? An jî Hezretî Meryem, ji nesla Hezretî Îshaq e?

Bersiv: Diya me Meryem ji nesla Harûn aleyhiselam e. Ew jî ji nesla Îshaq aleyhiselam e. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ey xweha Harûn! Bavê te ne mirovekî xerab bû û dayika te jî ne pîrekeke dawpîs û nebaş bû.”[1]

Gotina “xweha Harûn”, şêwazeke îfadekirinê ye li cem Ereban tê bikaranîn; bo nîşandana ku ew, ji nesla Harûn e.[2]

Di sûreyê Meryem de piştî behsa Îsa aliyhisselam behsa çend pêxemberên din jî tê kirin û wiha tê fermankirin:

Ha evên ha, ew ên ku Xwedê nîmet daye wan; ji pêxemberên ku ji kinêsa Adem in û ji yên ku Me ew digel Nûh (li keştiyê) siwar kirin û ji kinêsa Îbrahîm û Îsraîl (Yaqûb) û ji yên ku Me ew anîne ser rêya rast û Me ew bijartine. Dema ayetên (Xwedayê) Rehman ji wan re tên xwendin (ji tirsa Xwedê) bi girî diçin sicûdê.”[3]

Ha ev ayet jî dide nîşandan ku Îsa aleyhiselam ji nesla Hezretî Îshaq tê.



[1] Meryem, 19/28.

[2] Ev nerîna han di tefsîra Îbn Kesîr de wekî nerîna ‘Elî b.’Elî Telha û Suddî hatiye dayin. Bnh. Îbn Kesîr, V, 233; thq: Seyyid Muhemmed Seyyid, Wecih Muhemmed Ehmed, Mustefa Fethi Ebdulhekim, Seyyid Îbrahim Sadiq. 1426/2005, Qahire.

[3] Meryem, 19/58.