Fetwayen Kurdi
Ma rast e ku di “Mecelle”yê de, sînorê karkirinê hatiye danîn?

Ma rast e ku di “Mecelle”yê de, sînorê karkirinê hatiye danîn?

Pirs: Hin kes dibêjin ku ji bo karkirinê di “Mecelle”yê de tesbîta sînorekî hatiye kirin. Hûn dikarin ji rastiya vê yekê me agahdar bikin?

Bersiv: Em dibînin ku hin kes sînorê “xebnî fahiş” ya ku di “Mecelle”yê benda 165’an de derbas dibe, bi sînorê karkirinê tevlihev dikin. Benda ku di “Mecelle” de derbas dibe tu têkilatiya wê bi sînordayina karkirinê re tune ye. Lewra xebnî fahiş, mijareke din e. Hûn dikarin vê mijarê, di beşa “İslam İktisadı” (Aboriya Îslamî) de ji malpera me bixwînin. http://www.suleymaniyevakfi.org/islam-iktisadi.html#

Benda di “Mecelle”yê de wiha ye:

“Gabn-i fâhiş, uruzda nısf-ı uşur ve hayvanatda uşur ve akarda hums mikdarı veya daha ziyade aldanmakdır.”

Weregera wê: “Xebna fahiş ku mirov, di pertalan de ji deha nîv, di heywanan de ji deha yek û di ‘eresan (xeyrî menqûlan) de ji pênca yek an jî hîn zêdetir bê xapandin.”