Fetwayen Kurdi
Gelo nîkaha ku bê xebera malbatê hatibe birîn, di cih de ye?

Gelo nîkaha ku bê xebera malbatê hatibe birîn, di cih de ye?

Pirs: Nîkaha dînî, gava bê destûra malbatê were birîn, gelo dibe nîkahek durust an na?

Bersiv: Nîkah hem ji bo malbatê hem jî ji bo civatê, peymaneke pir girîng e. Ji vê bonê, tifaqa zilam û pîrekê bi tenê li ser zewacê, na kafî ye. Di vê mijarê de her civat, li gorî bîr û baweriyên xwe, li gorî urf û adetên xwe hin qeyde danîne. Beriya Îslamê li civata Mekkê, keç ji bav an jî ji weliyê wê dihate xwestin, mehra keçikê jê re dihat dayin û nîkah dihate birîn. Îslamê jî, vê tetbîqa ha pejirandiye. Li gorî vê nîkaha ku bê destûra malbatê hatibe birîn, ne di cih de ye.

Ev, mijareke pir girîng e. Heta roja îro, mezhebên meşhûr (mîna Henefî, Şafiî, Malikî û Henbelî) bûne sedem ji bo hin şaşiyan û di vî warî de nerînên ku ne muwafiqî Qur’anê ne beyan kirine. Wek mînak mezhebê Henefî, nîkaha di huzûra du şahidan de û bê destûra malbatê rast dêraye û ev nerîn bûye sebebê ku li dibistan, kargeh û li gelek cihan nîkah bi dizî bê birîn an jî keç bên revandin. Ya ku hatiye revandin di huzûra du şahidan de “erê” pê tê gotin û diqedînin.

Nerîna mezhebê Şafiî, Malikî û Henbelî ya di welayeta nîkahê de jî rê li ber qelen vekiriye. Madem nîkaha ku bê destûra welî ne di cih de ye, wê gavê divê ku were îqnakirin. Rêya herî kin û rihet jî dayina qelen e! Divê qelen û mehr bi hev neyên şaşkirin. Lewra mehr, bo keçê, lê qelen, bo bav bira, ap û hwd. tê dayin.

Di malpera me www.suleymaniyevakfi.org de,  di beşa “ARAŞTIRMALAR” (lêkolînan) de, di derbarê vê mijarê de: “Nikah Sözleşmesinde Velinin Yeri” (Di Peymana Nîkahê de Cihê Welî) lêkolîneke me yî zanistî heye:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/nikah-sozlesmesinde-veli.html

Vê meqaleyê bixwînin; hûnê mijarên mîna: Nîkahên muwafiqî Qur’anê, nîkaha ku Qur’an wê rast didêre divê çawa bê birîn, cihê welî di peymana nîkahê de, gelo bê xeber û destûra welî nîkah tê birîn an na û hwd. di bin ronahiya Qur’an û sunneta ku şîroveya wê ye, hîn bikin.