Fetwayen Kurdi
Ma bi borina demê re nîkah betal dibe?

Ma bi borina demê re nîkah betal dibe?

Pirs: Ez berî sê salan bûm bidergîstî û niha jî li derveyî welêt dijîm. Ez dikarim ji sê salan carekê werim welêt. Dema ez bûm bidergîstî, min nîhaka xwe yî dînî jî birî bû. Gava ez piştî salekê hatim welêt, malbata dergîstiya min gotin ku nîkaha te betal bûye. Lewra ev deh mêh in ku te dergîstiya xwe nedîtiye. Ango ji ber ku piştî nîkaha me tu têkilatiya cinsî pêk nehatiye, nabe mîna rewşa yên zewicandî û gava demeke dirêj hevdu nebînin nîkah jî betal dibe. Gelo tiştekî wiha heye?

Bersiv: Tiştekî wiha tune ye. Lewra nîkah, peymaneke ku bi awayê rênîşandan Xwedê û di huzûra du şahidan de hatiye pêkanîn. Nîkah, bi demê nayê sînorkirin. Ji ber vê yekê bi borina demê re hukmê wê ji holê ranabe.

Nîkah encax bi awayê ku Xwedê Teala nîşan daye û Pêxemberê me (s.a.w) tetbîq kiriye, xera dibe, betal dibe. Ji bo daxuyaniyên me yên di vî warî de ji kerema xwe re li lînka jêr binihêrin:

http://www.fetva.net/yazili-fetvalar/3-defa-bos-ol-demek.html