Fetwayen Kurdi
Ma hedîsa “Wê hin derewîn derkevin û bibêjin ku dev ji hedîsê berde, li Qur’anê binêre.” sehîh e?

Ma hedîsa “Wê hin derewîn derkevin û bibêjin ku dev ji hedîsê berde, li Qur’anê binêre.” sehîh e?

Pirs: Riwayeteke wiha li ser înternetê digere: “Wê rojek bê. Dema hedîsek min bê gotin, wê hin kes biderewînin û bibêjin ku ‘Resûlê Xwedê wiha nabêje, dev ji hedîsê berde, li Qur’anê binêre’ derkevin.” Ma ev hedîs sehîh e?

Bersiv: Riwayeta ku Ebû Ye‘la texrîc kiriye û bi bal Hezretî Pêxember ve hatiya îsnadkirin wiha ye:

Wê roj bê. Gava hedîsek min ji yekî ji we re bê gotin ew ê, li cihê rûniştina xwe paldayî wiha bibêje: Resûlullah tiştekî wiha nabêje. Tu dev ji hedîsê berde, ji min re ji Qur’anê delîl bîne.”[1]

Ev riwayet, bi sebeb rawiyê hedîsê Yezîd kurê Eban er-Reqaşî yê ku di seneda wê de derbas dibe, zeîf hatiye qebûlkirin.[2]

Ji aliyê ‘ilmê hedîsê ve, hedîseke wiha nabe delîl.

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1515

Hedîsên sehîh jî biryar û hukmên ku Pêxemberê me ji Qur’anê derxistine. Heyeteke pispor encax dikarin bizanibin ka ew ji kîjan ayetan hatine derxistin. Ji ber vê yekê gotinên bi awayê “Qasidê Xwedê tiştekî wiha nabêje. Dev ji hedîsê berde; li Qur’anê binêre”, teqez şaş in. Ji ber ku herî baş û çêtir Pêxemberê me ji Qur’anê fêhm dike, pisporê vî karî jî dibe ew. Ew, tiştên ku jixwe di Qur’anê de hene lê em bi hêsanî nikarin bibînin, nîşanî me dide. Ji vî aliyî ve em hewcedarê mînaktiya wî ne. Ji lewre gotina “hewcedarî bi hedîsan tune ye, Qur’an bi tenê têrî me dike”, ji bilî ku vê rastiyê înkar bike bi kêrî tu tiştekî din nayê.

Ji bo agahiyên berfirehtir ji kerema xwe re serî li lînkên jêr binêrin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/dini-anlama-ve-yasamada-sadece-kuran-ile-yetinmek-dogru-olur-mu.html

http://www.fetva.net/yazili-fetvalar/herkes-hikmete-ulasabilirse-peygamberlere-ne-gerek-vardi.html

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/hadisler-olmazsa-kurani-anlamak-mumkun-olmaz-mi.html



[1] Ebû Ye ‘la, Musnedu Ebî Ye‘la, III, 346.

[2] Bnh. Heysemî, Mecma‘u’z-Zewaid, Daru’l-Kutubi’l-Ilmiyye, Beyrût 1988, I, 155.