Fetwayen Kurdi
Hedisa “Kesê çar rek‘et sunetên berî nîvro neke, mehdervaniya min nagihîjê” sehîh e?

Hedisa “Kesê çar rek‘et sunetên berî nîvro neke, mehdervaniya min nagihîjê” sehîh e?

Pirs: Di hedîseke ku di berhemên fiqhê de wiha derbas dibe: “Kesê ku çar rek‘et sunetên berî limêja nîvro terk bike, mehdervaniya min nagihîjê” (Bnh. Îbn Abidîn, 2/14). Gelo hedîs sehîh e?

Bersiv: Mîna ku we jî diyar kir, ev riwayet ne di çavkaniyên hedîsê de bêhtir di yên fiqhê de derbas dibe. Riwayeta tê diyarkirin ku Pêxembrê me gotiye wiha ye:

مَنْ تَرَكَ الْأَرْبَعَ قَبْلَ الظُّهْرِ، لَمْ تَنَلْهُ شَفَاعَتِي

Kesê ku çar rek‘et sunetên berî limêja nîvro terk bike, mehdervaniya min nagihîje wî kesî.[1]

Îmam Zeyleî di berhema xwe ya bi navê Nesbu’r-Raye ya ku hedîsên di el-Hidaye ya ku ji çavkaniyên sereke yên mezhebê Henefî ye vedikole, cih daye vê riwayetê; ew bi awayê “xerîbun cidden” wesifandiye û behsa tu rawiyekî di zincîra riwayetê de nekiriye.[2]

Îbn Hacer el-‘Esqelanî jî di berhema xwe ya bi navê ed-Diraye de ya ku hedîsên pirtûka el-Hidaye vedikole di derbarê vê riwayetê de gotiye ku: “Min ew (çavkaniya wê) nedîtiye.”[3]

Her wiha hatiye neqilkirin ku Îmam Newewî jî gotiye: “Eslê vê riwayetê tune ye.”[4]

Bi kurtasî di enacamê de ev riwayet ji aliyê ‘ilmê hedîsê ve, ne pêkan e ku meriv wê bike delîl.

Ya meriv jê berpirsyar e, kirina limêjên ferz in. Kesê limêjên sunet bike, dibe xwedî xêr; lê kesê neke jî pê nakeve gunehkariyê.

Ji bo temaşekirina bersivên me yên bi awayê dîmenî, ji kerema xwe re serî li lînkên jêr binihêrin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/sunnet-i-muekkede-neye-denir-sunnetler-kilinmazsa-ne-olur.html

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/sunnet-namazlari-peygamberimize-allah-mi-emretmistir.html



[1] Bnh. Îbrahim el-Merxînanî, el-Hidaye, Weşanên Kahraman, Stenbol 1986, I, 72.

[2] Bnh. Zeyleî, Nesbu’r-Raye, II, 162.

[3] Bnh. Îbn Hecer, ed-Diraye, I, 205.

[4] Fetteni, Tezkiretu’l-Mevdû‘at, I, 48.