Fetwayen Kurdi
Ma hedîsa “Temenê umeta min, 1.500 salî derbas nake.” sehîh e?

Ma hedîsa “Temenê umeta min, 1.500 salî derbas nake.” sehîh e?

Pirs: Gelo hedîsek bi vî awayî “ ‘Emrê vê umetê dê hezar salî derbas bike; lê dê negihîje hezar û pênc sed salî” heye?

Bersiv: Di çavkaniyên hedîsê de hedîsek bi vî şeklî tune ye. Ev riwayet, di berhema Îmam Suyûtî ya bi navê el-Hawî piştî cih daye gelek riwayetên di mijara qiyamet û ‘emrê dinyayê de –ji aliyê alimên hedîsê ve hatiye diyarkirin ku pirê wan “derew” û “zeîf” in-, bi şeklê nirxandin û encamderxistinê cig digire. Îfadeyên Îmam Suyûtî wiha ne:

أولاً الذي دلت عليه الآثار أن مدة هذه الأمة تزيد على ألف سنة ولا تبلغ الزيادة عليها خمسمائة سنة

“Berî her tiştî ev riwayetên han, nîşan didin ku temenê vê umetê dê ji hezar salî bibore; lê nagihîje hezar û pênc sed salî.”[1]

Ev îfade, angaşta zanîna bi wextê rabûna qiyametê di xwe de dihewîne. Xwedê Teala di vê mijarê de wiha ferman dike:

Ji te pirsa qiyametê dikin; ka kengê ye û dê kengê biqewime? Ji wan re bibêje: Bêguman zanîna wê bes li cem Perwerdegarê min e. Ji Wî pêve tu kes nikare dema hatina wê aşkere bike. Ew roj, li ser erd û asîmanan giran tê. Ew ê ji nişka ve bi ser we de bê. Ew (qiyametê) ji te dipirsin her wekî ku tu wê zanibî. Ji wan re bibêje: Zanîna wê bes li nik Xwedê ye, lê belê pirên mirovan nizanin.”[2]

 “Ew, pirsa qiyametê ji te dikin ka kengî dê rabe? Ma tu çi jê dizanî heta ku pirsa wê ji te dikin! Birastî zanîna wê bes li ba Perwerdegarê te ye.”[3]

Însan pirsa qiyametê ji te dikin, ka kengî ye? Bibêje: Zanîna wê bes li cem Xwedê ye. Ma tu çi dizanî, dibe ku qiyamet nêzîk be jî.”[4]

Mîna ku tê dîtin, Xwedê Teala bi awayekî vekirî û vebirî diyar dike ku ji Wî pêve tu kes bi wextê rabûna qiyametê nizane.

Hûn dikarin bersiva pirseke ku di heqê nîşanên qiyametê de hatiye dayin, ji lînka jêr temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kiyamet-alametleri-nelerdir-kuran-bu-konuda-ne-diyor.html



[1] Bnh. Suyûtî, el-Hawî li’l-Fetwa, Daru’l-Kutubi’l-‘Ilmiyye, Beyrût 2000, II, 82.

[2] E‘raf, 7/187.

[3] Nazî‘at, 79/42-44.

[4] Ehzab, 33/63.