Fetwayen Kurdi
Ma gotina “Saetek bi tefekkur, ji îbadeta sunet ya salekê bi xêrtir e” hedîs e?

Ma gotina “Saetek bi tefekkur, ji îbadeta sunet ya salekê bi xêrtir e” hedîs e?

Pirs: Ma hedîseke bi şeklê “Seetek bi tefekur, ji îbadeta nafîle ya salekê bi xêrtir e” heye? Eger hebe jî gelo sehîh e?

Bersiv: Ev riwayet, di çavkaniyan de wiha dibore:

تفكر ساعة خير من عبادة سنة

“Seetek bi tefekkur, ji îbadeta salekê bi xêrtir e.”

Eliyyu’l-Qarî yê ku di berhema xwe cih daye vê riwayetê, diyar kiriye ku ev, ji gotina Serî es-Seqetî ye.[1]

Hin alimên hedîsê jî gotine ku ev riwayet, “derew”e.[2]

Di encamê de hedîsek bi vî awayî tune ye.



[1] Bnh. Eliyyu’l-Qarî, el-Esraru’l-Merfû‘a, rp. 175.

[2] Bnh. Suyûtî, el-Leali’l-Masnû‘a, II, 276; Şewkanî, el-Fewaidu’l-Mecmû‘a, rp. 251.