Fetwayen Kurdi
Ma hedîsa “Xewa kesên alim, ji îbadeta nezanan bi xêrtir e”  sehîh e?

Ma hedîsa “Xewa kesên alim, ji îbadeta nezanan bi xêrtir e” sehîh e?

Pirs: Ma hedîseke bi vî awayî “Xewa kesê alim, ji îbadeta yê nezan bi xêrtir e” heye? Ger hebe jî ma sehîh e?

Bersiv: Riwayet wiha ye:

“نوم العالم خير من عبادة الجاهل”

“Xewa kesê alim, ji îbadeta yê nezan bi xêrtir e.”

Ev peyv, di çavkaniyên hedîsê de ne mîna riwayeteke ku bi bal Pêxemberê me (s.a.w) hatibe spartin, ne jî ji gotinên mezinan wekî peyva sehabî û tabiîyan derbas dibe.

Di çavkaniyan de di derbarê riwayeta “Xewa kesê alim” de tê gotin ku tu esl û bingeh jê re tune ye.[1]



[1] Bnh. Eliyyu’l-Qarî, el-Esraru’l-Merfû‘e fi’l-Ehadîsi’l-Mewdû‘e (el-Mewdû‘atu’l-Kubra), Thq: Muhemmed Lutfi es-Sebbağ, çapa 2’mîn, Beyrût 1986, rp. 374, jimara hedîsê: 567.