Ma hedîsa di heqê girtina faîzê li darulherbê sehîh e?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Hedîs Tarih: 01 Nisan 2016

Pirs: Min bihîst ku hedîsek heye nîşan dide ku li daru’l-herbê faîz tê stendin. Gelo hedîsek wiha heye? Eger hebe jî sehîh e?

Bersiv: Tu hedîseke ku bibêje li daru’l-herbê faîz tê dayin û stendin tune ye. Lê belê riwayeteke ku hinên Henefî wê ji xwe re delîl digirin heye. Riwayet wiha ye:

لَا رِبَا بَيْنَ الْمُسْلِمِ وَالْحَرْبِيِّ فِي دَارِ الْحَرْبِ

“Li daru’l-herbê di navbera yê misilman û yê herbî de faîz tune ye.”[1]

Îmam Zeyleî (w. 762/1360), di pirtûka xwe ya bi navê Nasbu’r-Raye li-Ehadîsi’l-Hidaye ji bo vê riwayetê gotiye ku “xerîb e”.[2] Li gorî wî xerîb; riwayeta ku seneda wê tune ye.[3]

Îbn Hecer el-‘Esqelanî (w. 852/1449) gotiye ku “riwayeteke wiha min nedîtiye = لم أجده”[4]

Ev riwayet di çavkaniyan de bi gotinên cuda derbas dibe.[5] Di çavkaniyên Henefiyan de rawiyê wê bi tenê ji tabi‘iyan Mekhûl e (w. 112/730) û bi rêya mursel (ango bê ku navê sehabî bibêje) hatiye îsnadkirin bi bal Pêxember (s.a.w) ve. Hedîs bi vî awayî, nabe delîl.

Gotinên Îbn Qudame (w. 620/1223) yên li jêr, mijarê xulase dike. Wî wiha gotiye:

“Hukmekî ku herambûna wê bi Qur’an, sunet û îcam‘ê sabit bûbe, ne durist e ku meriv bi hedîseke mechûl a ku di pirtûkên hedîsên sehîh an musned an jî pirtûkên din ên pêbawer de derbas nabe, terk bike. Wekî din jî hedîs hem mursel e hem jî hedîs tê mena ku Qasidê Xwedê faîz li daru’l-herbê qedexe kiriye. Lewra gotina لَا رِبَا ‘faîz nabe’ dibe ku bi awayê ‘faîz qedexe ye’ jî bê fêhmê. Lewra di ayetekê de wiha derbas dibe: ‘فلا رفث ولا فسوق ولا جدال فى الحج, Di hecê de nêzbûna bi bal jinan ve, kirina gotinên ne nebaş û pevçûn, nabe.’ (Bakara, 2/197)”[6]

Hûn dikarin ji çavkaniyên li jêr bi kûrebînî, mijara herambûna faîzê li daru’l-îslam û daru’l-herbê, bişopînin.[7]



[1] el-Merxînanî, el-Hidaye, III, 66.

[2] Zeyleî, Nasbu’r-Raye, IV, 44. Wekî din bnh. Şafiî, el-Umm, VII, 359.

[3] Bnh. Abdullah Aydınlı, Hadis Istılahları Sözlüğü, Weşanên Hadisevi, Stenbol 2006, rp. 101.

[4] Îbn Hecer, ed-Diraye fî Tahrîci Ehadîsi’l-Hidaye, II, 158.

[5] Ji bo van cudahiyan bnh. Şafiî, el-Umm, VII, 359; Beyheqi, Merifetu’s-Sunen we’l-Asar, XIII, 272.

[6] Îbn Qudame, el-Mux, IV, 176-177.

[7] Abdülaziz Bayındır, Ticaret ve Faiz, Weşanên Weqfa Suleymaniye, Stenbol 2007, rp. 130-137; Servet Bayındır, “Din ve Ülke Farklılığının Faizin Hükmüne Etkisi”, İstanbul Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Dergisi, 2006, jimar: 14, rp. 207-235.

 

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma di Qur’anê de di derbarê zewaca pîrik û nevî de, tu hukim tune ye? 15.09.15 706
2 Ma dibe ku însan, bêhemdî ketibe şirkê? 30.12.15 693
3 Gotina “Ne di erd û asîmanan de, lê di dilê bendeyê xwe yê bawermend de bi cih dibim” hedîs e? 16.03.16 624
4 Ma di heqê hibekirina xêra sûreyê Îxlas de tu hedîsek heye? 20.04.16 566
5 Kesê di axirzeman de îbadetên hindik bike, ma dê xelas bibe? 17.09.15 717
6 Ma sedeqe temen dirêj dike? 18.01.16 712
7 Ma hedîsa “Wê hin derewîn derkevin û bibêjin ku dev ji hedîsê berde, li Qur’anê binêre.” sehîh e? 22.03.16 602
8 Ma gotina “Hezkirina welêt, ji îmanê ye” hedîs e? 22.04.16 622
9 Hedîsa “Zanayên umeta min, mîna pêxemberên Zaroyênîsrail in” 20.09.15 721
10 Meseleya Se‘lebe gelo rast e, an jî çîrok e? 19.01.16 648
11 Hedisa “Kesê çar rek‘et sunetên berî nîvro neke, mehdervaniya min nagihîjê” sehîh e? 28.03.16 631
12 Ma hedîsa kesê qurbanê serjê neke bila nêzî mizgefta me nebe, sehîh e? 25.04.16 606
13 Duayê Cewşenê ji aliyê ‘ilmê hedîsê ve, çawa tê nirxandin? 28.09.15 696
14 Hedîsa bihuşt di bin piyên dayikan de ye 20.01.16 713
15 Ma hedîsa “Temenê umeta min, 1.500 salî derbas nake.” sehîh e? 29.03.16 554
16 Ma di bara bikaranîna gopal de tu hedîsek heye? 26.04.16 557
17 Ma hedîsa “Kesê nîşangêriyê hîn bibe û biterikîne, ne ji me ye” sehîh e? 29.09.15 711
18 Gotina “ez kurê du qurbaniyan im”, gelo hedîs e? 21.01.16 652
19 Ma gotina “Saetek bi tefekkur, ji îbadeta sunet ya salekê bi xêrtir e” hedîs e? 30.03.16 596
20 Ma hedîsa “Roja qiyametê ez ê berî her kesî têkevim bihuştê” sehîh e? 27.04.16 599
21 Ma gotina “Quretiya li hemberî quretiyê sedeqe ye” hedîs e? 30.09.15 701
22 Ma limêj servekirî tê kirin? 25.01.16 662
23 Ma hedîsa “Xewa kesên alim, ji îbadeta nezanan bi xêrtir e” sehîh e? 31.03.16 598
24 Ma divê em hedîsa “Ê ku bi pîreka xwe re herî rind tev digere, ez im” çawa fêhm bikin? 01.10.16 355
25 Ma “Di hezkirina xwe de bi endaz be, di buxza xwe de bi endaz be”, hedîs e? 05.10.15 708
26 Hedîsa di heqê bîata bi îmamê zeman re 27.01.16 651
27 Ma hedîsa di heqê girtina faîzê li darulherbê sehîh e? 01.04.16 593
28 Ma hedîsa “Xêr di pereyên ku bo çêkirina avahiyê tên xerckirin, tune ye” sehîh e? 13.10.15 762
29 Ma hedîsa “di demên zor de alîkariyê ji miriyan bixwazin”, sehîh e? 28.01.16 677
30 Ma Îmam Nesaî, alimekî hedîsê yê pêbawer e? 04.04.16 570
31 Hedîsa “‘Eşereyê Mubeşşer”, divê çawa bê fêhmkirin? 19.10.15 751
32 Ma di derbarê hezkirina ji Pêxember tu hedîsek heye? 08.02.16 588
33 Kitêba ‘Eclûnî ya bi navê Keşfu’l-Xefa, ma çavkaniyeke ewle ye? 05.04.16 571
34 Ma Pêxemberê me di bihuştê de dê bi diya me Meryem re bizewice? 20.10.15 788
35 Li gorî hedîsan, mirovê herî qenc kî ye? 11.02.16 662
36 Gotina “Li ser miriyên xwe sûreyê Yasînê bixwînin.”, ma hedîsa Pêxember e? 07.04.16 625
37 Hukmê ‘emelkirina bi hedîsa zeîf çi ye? 02.09.15 693
38 Hedîsa qudsî çi ye? 23.10.15 775
39 Ma rast e ku di her sed salî de mucedidek tê? 12.02.16 634
40 Ma hedîsa “Receb meha Xwedê ye, Şe‘ban meha min e, Remezan jî meha ummeta min e” sehîh e? 08.04.16 561
41 Ma çend hedîs ji Pêxemberê me hatine ragihandin? 03.09.15 674
42 Ma razana ber êvarê, bi zirar e? 26.10.15 807
43 Ma hedîseke wiha “Kesê ji Xwedê sebrê bixwaze, wî bela xwestiye” heye? 26.02.16 644
44 Ma Xwedê Teala, şêwirmendên şelaf museletî ser rêvebirên ku ji wan hez nake, dike? 11.04.16 633
45 Ma însanan bi kîjan mebestan hedîs lêanîne? 07.09.15 670
46 Hûn dikarin hedîsa “cihê xeflet lê hatiye serê meriv biguherînin”, rave bikin? 27.10.15 799
47 Ma gotina “Limêj, mîraca kesê bawermend e” hedîs e? 08.03.16 583
48 Ma kesên li kilamên stranbêjên jin guh bidêrin, dê paxir bê berdan guhê wan? 13.04.16 653
49 Hûn dikarin di heqê berhemên ku hedîsên mewzû‘ berhev kirine, agahiyan bidin? 08.09.15 690
50 Ma hemî pêxemberan şivantî kirine? 08.11.15 783
51 Di heqê hedîsa divê zava piyên bûkê bişû 09.03.16 673
52 Ma hedîsa “Kesê suneta min îhya bike, xêra sed şehîdî jê re heye” sehîh e? 14.04.16 552
53 Li gorî Ebû Henîfe, di Kutubê Sitte de tu hedîsên li dijî Qur’anê ne, hene? 09.09.15 746
54 Gelo hedîsa kenza mexfî (gencîneya veşartî), sehîh e? 28.12.15 698
55 Ma gotina “Em ji cîhada biçûk hatin bal ya mezin” hedîs e? 14.03.16 611
56 Ma hedîsek bi vî awayî “Ji ber sê tiştan ji Ereban hez bikin” heye? 18.04.16 582
57 Ma nusxeya destnivîsa Buxarî bi xwe heye, wenda ye, an nayê zanîn? 14.09.15 757
58 Hedîsa “Jiyana min û mirina min jî, ji we re bi xêr e”, sehîh e? 29.12.15 715
59 Ma ji bilî xanî, cil, nan û avê mafê însên di tu tiştekî din de tune ye? 15.03.16 675
60 Ma hedîsa “Ez hatime şandin da ku exlaqê xweş temam bikim” sehîh e? 19.04.16 675