Fetwayen Kurdi
Ma hedîsa “Receb meha Xwedê ye, Şe‘ban meha min e, Remezan jî meha ummeta min e”  sehîh e?

Ma hedîsa “Receb meha Xwedê ye, Şe‘ban meha min e, Remezan jî meha ummeta min e” sehîh e?

Pirs: Di lêkolîna we ya bi sernavê “Recep Ayı Hakkında Uydurulmuş Hadisler/Hedîsên di derbarê meha Recebê de hatine lêanîn” de hatiye diyarkirin ku Îbn Qeyyim el-Cewzî, Îmam Suyûtî û Şewkanî di heqê peyva “Receb meha Xwedê ye, Şe‘ban meha min e, Remezan jî meha umeta min e.” de gotine ku “mewzû/derewîn e.” Pirsa min, ‘Eclûnî di heqê vê hedîsê de çi dibêje? Lewra li mizgeftan ev gotin bi awayê hedîsê tê daliqandin û berhema wî ya Keşfu’l-Xefa jî mîna çavkanî tê nîşandan. Ji kerema xwe re hûn dikarin vê bibersivînin?

Bersiv: Mîna ku di nivîsa borî de jî hatiye aşkerekirin ‘Eclûnî jî wekî Îmamên din di berhema xwe ya bi navê Keşfu’l-Xefa de cih daye vê riwayetê û diyar kiriye ku Deylemî û hinên din ev bi awayê merfû (hedîsa ku zincîra seneda wê digihîje heta Pêxember) ji Enes ragihandine; lê Îbnu’l-Cewzî, di kitêba el-Mewdû‘at de cih daye vê riwayetê.[1]

Herçiqas aşkere negotibe jî ji vê derê tê fêhmê ku herwekî ev jî di baweriya ku ev hedîs mewzû/derewîn e.

Ji bo bidestxistina agahiyên berfireh di derbarê rastiya riwayetên mîna “Receb meha Xwedê ye, Şe‘ban meha min e, Remezan jî meha umeta min e.” “Nebî nebî hûn ji şeva îna yekem ya meha Recebê xafil bibin. Lewra ew şev, şeva ku firîşte jê re dibêjin Rexaib.”, “Kesê ku di meha Recebê de rojî bigire û çar rek‘et limêj bike û di rek‘eta yekem ya vê limêjê de sed carî Ayete’l-Kursî, di rek‘eta duyem de jî sed carî sûreyê Îxlas bixwîne, ew kes, heta ku cihê xwe yê li bihiştê nebîne, namire.” û hwd. em tewsiye dikin ku hûn lêkolîna/nivîsa di lînka jêr de ye bixwînin.

http://www.suleymaniyevakfi.org/kandil-geceleri/recep-ayi-hakkinda-uydurulmus-hadisler.html

Her wiha hûn dikarin pirs û bersivên di derbarê meha Recebê de ji lînkên jêr bixwînin:

http://www.fetva.net/yazili-fetvalar/hz-ebu-bekir-ve-hz-omer-recep-ayinda-oruc-tutanlara-kizmislar-midir.html

http://www.fetva.net/yazili-fetvalar/regaip-kandilinde-kilinmasi-gereken-bir-namaz-var-midir.html



[1] Bnh. ‘Eclûnî, Keşfu’l-Xefa, I, 423-424, jimara hedîsê: 1358. Wekî din bnh. Îbnu’l-Cewzî, Kitabu’l-Mewdû‘at, II, 47-48.