Fetwayen Kurdi
Ma kesên li kilamên stranbêjên jin guh bidêrin, dê paxir bê berdan guhê wan?

Ma kesên li kilamên stranbêjên jin guh bidêrin, dê paxir bê berdan guhê wan?

Pirs: Ma hedîseke bi vî awayî “Kesê ku li cem stranbêjekê rûnê û kilam an jî stranekê jê bibihîse, roja qiyametê dê paxirê helandî berdin guhê wî.” heye? Ger hebe jî ma sehîh e?

Bersiv: Di hin çavkaniyan de ev riwayet wiha dibore:

من جلس إلى قينة يسمع منها صب في أذنيه الآنك يوم القيامة

“Kesê ku li ba stranbêjekê rûnê û jê kilamekê bibihîse, dê roja qiyametê paxir berdin guhê wî.”[1]

Ev riwayeta ku di çavkniyên hedîsê yên sehîh de nabore, ji aliyê zanyarên ‘ilmê hedîsê ve bi awayê “mewzû/derewîn” hatiye nirxandin. Her wiha hatiye qeydkirin ku ji alimên hedîsê yên mezin Îmam Ehmed kurê Henbel jî di derbarê vê riwayetê gotiye ku “batil”e.[2]

Ji ber vê yekê bi spartin û îtimada li ser vê riwayeta ku tu esl û binyadek jê re tune ye, meriv nikare bibêje ku kesê li dengê stranbêjekê guh bidêre, dê roja qiyametê paxir berdin guhê wî.

http://www.fetva.net/yazili-fetvalar/kadin-sesi-haram-midir.html

Hûn dikarin agahiyên berfirehtir di derbarê cihê muzîkê, guhdarkirin û gotina muzîkê di kîjan rewşan de caiz e, ji nivîsa di lînka jêr de ye bidest bixin:

http://www.fetva.net/yazili-fetvalar/islama-gore-muzik-ve-ilahi-icra-etme-ve-dinleme-caiz-midir.html



[1] Îbnu’l-Erebî, Ehkamu’l-Qur’an, III, 525.

[2] Bnh. Îbnu’l-Cewzî, el-‘Ilelu’l-Mutenahiye, Daru’l-Kutubi’l-‘Ilmiyye, Beyrût 1403, II, 786.