Fetwayen Kurdi
Ma hedîsa “Ez hatime şandin da ku exlaqê xweş temam bikim” sehîh e?

Ma hedîsa “Ez hatime şandin da ku exlaqê xweş temam bikim” sehîh e?

Pirs: Ma hedîsa “Ez hatime şandin da ku exlaqê xweş temam bikim” sehîh e? Û di Qur’anê tu rastiya vê heye?

Bersiv: Hatiye ragihandin ku Qasidê Xwedê (s.a.w) wiha gotiye:

Ez hatime şandim, da ku exlaqê xweş temam bikim.”[1]

Hedîsvanan gotine ku ev riwayet, ji aliyê azîneyên hedîsê ve tu pirsgirêk tê de tune ye û îsnada wê (yên ku ev gotin riwayet kirine) hesen e.

Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de di derbarê Pêxemberê me wiha ferman kiriye:

Bêguman tu li ser exlaqekî gelek mezin î.”[2]

Birastî ji bo we, di Resûlê Xwedê de ji bo wî kesê ku (qenciya) Xwedê û roja axretê hêvî dike û zikrê Xwedê jî pir dike, mînak û nimûneyeke spehî û kamil heye.”[3]

Ji bo nîşandana ka gelo rewişta Pêxember (s.a.w) çi bûye û çawa bûye, ev riwayeta ku ji diya Eyşe (x.j.q) hatiye ragihandin gelekî girîng e:

Zilamekî pirsî: “Ey dayika bawermendan! Tu dikari ji me re behsa exlaqê Qasidê Xwedê, bikî?” Wê jî wiha pirsî û got: “Ma tu qet Qur’anê naxwînî?” Piştî ku zilamî bersiv da ku: “Teqez ez dixwînim.” ‘Eyşê jî got ku: “Exlaqê wî, (exlaqê) Qur’anê bû.”[4]

Qur’ana Pîroz, kitêba Xwedê ya dawî ye. Esas û bingehên exlaq û îbadetê yên tê de ne, tu carî ne kêm ne jî zêde dibin. Di ayeta ku herî dawî zanil bûye de Xwedê Teala wiha ferman dike: “Îro, Min dînê we ji bo we kemiland. Min qenciya xwe li ser we temam kir…[5] Di hedîsa borî de jî babeta sereke ku tê destnîşankirin ev e. Pêxemberê me yê ku ev kitêb jê re hatiye dayin, ew kiriye rêberê jiyana xwe, li gorî exlaqên tê de ne tev geriyaye, temamê exlaqên xweşik di keseyeta wî de hatine meydanê û ji lewre di her mijarê de bo bawermendan mînak hatiye nîşandan.



[1] Muwetta, Husnu’l-Xulq, 8; Ehmed kurê Henbel, Musned, 2/381.

[2] Qelem, 68/4.

[3] Ehzab, 33/21.

[4] Muslim, Selatu’l-Musafirîn, 139 (746).

[5] Maîde, 5/3.