Fetwayen Kurdi
Ma di heqê hibekirina xêra sûreyê Îxlas de tu hedîsek heye?

Ma di heqê hibekirina xêra sûreyê Îxlas de tu hedîsek heye?

Pirs: Di televîzyonê de seydayekî behsa hedîseke wiha kir: “Dema hûn di gorisatanekê de diborin, eger hûn 11 caran (sûreyê) Îxlas bixwînin bi qasî jimara kesên di wê goristanê de dê gunehên we bên bexşandin.” Ma birastî jî hedîseke wiha heye?

Bersiv: Metnê riwayeta têkildar wiha ye:

من مر على المقابر فقرأ فيها إحدى عشرة مرة : {قل هو الله أحد} ثم وهب أجره للأموات؛ أعطي من الأجر بعدد الأموات

Kesê di goristanan de bibore û 11 caran sûreyê Îxlas bixwîne û xêra wê hîbeyî miriyan bike, bi qasî jimara miriyan xêr jê re tên nivîsandin.”

Riwayeteke wiha di çavkaniyên hedîsê yên pêbawer de cih nagire.

‘Eclûnî, di berhema xwe ya bi navê Keşfu’l-Xefa de dibêje ku ev riwayet, di pirtûka Rafiî ya bi navê Tarix de dibore; lê belê di derbarê rastiya riwayetê de tu agahiyan parve nake.[1]

Ji muhedisan Fettenî, di berhema xwe ya ku hedîsên mewzû/derewîn tê de civandiye, diyar kiriye ku ev riwayet “mewzû” ango derewîn e.[2]

Piştî diyar bû ku ev riwayet ji aliyê senedê ve mewzû ye, ne pêkan e ku ji aliyê menayê ve rast be. Lewra di derbarê îmkana xwendina Qur’anê û hibekirina xêra wê bo giyanê miriyan, tu ayet û hedîsek sehîh tune ye.

Bo agahiyên berfirehtir di vê mijarê de ji kerema xwe re nivîsa di lînka jêr de ye bixwînin:

http://www.fetva.net/yazili-fetvalar/olulerin-ruhlarina-kuran-okunur-mu.html



[1] Bnh. ‘Eclûnî, Keşfu’l-Xefa, II, 282.

[2] Bnh. Fettenî, Tezkiretu’l-Mewdû‘at, rp. 220.