Fetwayen Kurdi
Dema meriv tiştekî bifiroşe, gelo bihayê wê demê yan jî malê hatiye firotin tê îtibarkirin?

Dema meriv tiştekî bifiroşe, gelo bihayê wê demê yan jî malê hatiye firotin tê îtibarkirin?

Pirs: Em karê esnaftiyê dikin. Usûla firotina me bi vî awayî ye: “Bi bihayê pêşin, lê belê piştre em pereyê xwe distînin”. Dema em malekî difiroşin, bi bihayê wê rojê li fîşekê dinivîsin. Lê belê hin caran, encax piştî salekê em dikarin deynê xwe tehsîl bikin. Di hundirê wê demê de hin caran bihayê mal zêde dibe û ji bihayê ku me ji bikir re nivîsandiye, derbas dike. Di rewşeke wiha de ku em bi bikir re biaxivin û fîşên berê hatine nivîsandin ji nû ve serast bikin û em wan bi yên nû biguherînin, caiz e yan na?

Bersiv: Di rewşên wiha de muamele, ya bihayê mal tê tesbît kirin/qeydkirin û belge li gorî wê tên sazkirin an jî mal û mîqadarê wê bi xwe tê nivîsandin. Eger bihayê mal hatibe tesbîtkirin û qeydkirin û bazar bi vî awayî hatibe temamkirin, dema qewlê deynê mirov hat an jî di rojeke din de bê ku tu guhertin çêbibe li gorî bedelê tesbîtkirî deyn tê dayin.

Na, eger bazar bi qeydkirina mal û mîqdarê wê hatibe kirin, mirov dikare li gorî bihayê mal ê wê rojê deynê xwe ji deyndar tehsîl bike. Ev rêbaz û metod, di malên ticaretê yên tên firotin û di bedêla wan de pere tê stendin de derbas dibe, ne di yên ku dikevin bin hukmê kirîn û firotina bi faîz.

Prof. Dr. Servet Bayındır