Fetwayen Kurdi
Ma gotina “Hezkirina welêt, ji îmanê ye” hedîs e?

Ma gotina “Hezkirina welêt, ji îmanê ye” hedîs e?

Pirs: Ma gotina “Hezkirina welêt, ji îmanê ye” hedîs e? Ger hedîs be jî gelo sehîh e?

Bersiv: Riwayeta “Hezkirina welêt, ji îmanê ye”, di berhema Eliyyu’l-Qarî ya bi navê el-Esraru’l-Merfû‘e de dibore. Wî, di derbarê vê riwayetê de ragihandiye ku Zerkeşî gotiye: “Ez bi ser vê riwayetê venebûme”, Sefewî gotiye: “Ew riwayet ne sabit e” û Sexewî jî gotiye ku: “Ez bi ser vê riwayetê ve venebûme, lê belê mena wê sehîh e.” Her wiha Eliyyu’l-Qarî diyar dike ku hinekan gotine ku ev riwayet, ji gotinên selefa ye.

Lê belê Eliyyu’l-Qarî, gotina Sexewî ya “Mena vê riwayetê sehîh e” red kiriye û wiha gotiye: Gotina “Mena vê riwayetê sehîh e” xerîb e! Lewra tu têkilatî di navbera îman û hezkirina welêt de tune ye.” Wekî din jî wî diyar kiriye ku hezkirina welêt ya di riwayetê de derbas dibe ger di derbarê bawermendan bi tenê de be, dibe ku bê pejirandin; encax ev, bo kesên xeyrimislim bi tu awayî nabe nîşana baweriyê. Wî dîsa gotiye ku pêkan e ji peyva “welêt” ya di hedîsê de dibore “Mekke”, “Bihişt” an jî “Vegera bi bal Xwedê ve” hatibe qesdkirin.[1]

 ‘Eclûnî jî di berhema xwe ya bi navê Keşfu’l-Xefa cih daye vê riwayetê û ragihandiye ku: “Saxanî di heqê vê riwayetê de gotiye ku derew e, Sexewî jî gotiye ku: Ez bi ser (vê riwayetê ve) venebûme; lê belê mena riwayetê sehîh e.”[2]

Muhemmed Lutfî es-Sebbax yê ku berhema Eliyyu’l-Qarî ya bi navê el-Esraru’l-Merfû‘e tehqîq kiriye, ev riwayet wiha nirxandiye:

“… Ev hedîs ne sehîh e, derew e. Ger em li gorî şert û bûyerên roja me li îfadeyên metnê vê ya ku wekî hedîsê tê pêşkêşkirin binihêrin, em ê bibînin ku tu şek û guman tune ye ku ev batil e û derewîn e. Di serdema me de neyarên dînê Îslamê, vê riwayetê bi mebesta civakê bi temamî ji dîn bixin û da ku civakeke bi dilê xwe saz bikin û teqdîm dikin. Bi vî awayî dixwazin ku fikr û ramana “niştîmanperwerî” û “nijadperestiyê” bi hêz bikin. Ya rast ev e ku, welatê eslî bo kesê musluman, bîr û baweriya wî ye…”[3]

Di bin sî û sîwana van agahiyan de diyar e ku riwayeta “Hezkirina welêt ji îmanê ye”, ne gotina Hezretî Pêxember e, ango tê fêhmê li ser navê wî hatiye lêanîn. Lê belê ev nayê mena ku hezkirina welêt tiştekî çewt e. Hezkirina meriv ya ji welêt ne tiştekî şaş e û tu mehzûrek tê de tune ye. Lê ev tiştek e û ku meriv angaşt bike û bibêje ku ev hedis e tiştekî din e. Di vir de tiştê esas û bingehîn ku xwestine bibêjin ev e: Ev riwayet, ne ji gotinên Hezretî Pêxember e ango ne hedîs e û hezkirina welêt, ne ji nîşanên îmanê ye.

Di derbarê vê de bersiveke me ya bi awayê vîdeoyê heye. Hûn dikarin ji navnîşana jêr lê temaşe bikin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/vatan-sevgisi-imandandir-seklinde-bir-hadis-var-midir.html



[1] Bnh. Eliyyu’l-Qarî, el-Esraru’l-Merfû‘e, rp. 189-191, jimara hedîsê: 164.

[2] Bnh. ‘Eclûnî, Keşfu’l-Xefa, rp. 346-347, jimara hedîsê: 1102.

[3] Bnh. el-Esraru’l-Merfû‘e, rp. 191, jêrenot: 2.