Fetwayen Kurdi
Di nîkaha batil de ma divê ku meriv mehrê bide?

Di nîkaha batil de ma divê ku meriv mehrê bide?

Pirs: Berî salekê min bi hevala xwe re nîkaha dînî birî û haya malbatên me jê tune bû, heta niha jî nizanin û piştre em jihev veqetiyan. Li gorî min xwendiye, nîkaha ku bê destûr û xebera malbatan hatibe birîn, betal e. Bi mehrîtî min soza 20 zêran dabûyê. Eger nîkah betal be, ma divê ku ez mehra min soza wê dabûyê, bidim?

Bersiv: Nîkaha ku bê destûra malbata keçikê hatibe birîn, betal e. Digel vê jî eger bi keçikê re ketibe têkilatiya cinsî, divê ku mêr, mehrê bidê. Eger pê re neketibe munasebetê, ne lazim e ku mehrê bide. Di vê meselê de Pêxemberê me (s.a.w) wiha kerem kiriye:

“Pîreka/keça ku bê destûra weliyê xwe zewicîbe, nîkaha wê batil e, nîkaha wê batil e, nîkaha wê batil e.  Eger mêr pê re ketibe têkilatiya cinsî, di hemberî vê de mafê pîrekê yê girtina mehrê heye. Eger li hev nekin, sultan (desthilatdar) weliyê kesa ku weliyê wê tune ye.” (Ebû Dawûd, Nîkah 20; Tirmizî, Nîkah 14; Îbn Mace, Nîkah 15; Ehmed b. Henbel, Musned, 6/66)