Fetwayen Kurdi
Ma nîkaha bê haya malbatê hatibe birîn, sehîh e/durust e?

Ma nîkaha bê haya malbatê hatibe birîn, sehîh e/durust e?

Pirs: Ez li nik malbata xwe namînim, ez li bajarekî din dixwînim û hevaleke min heye. Ew jî mîna min li cem malbata xwe rûnanê. Lêbelê wekî min hin tirsên wê jî hene; mîna ku em des hev bigirin. Lewra em ne zewicandî ne û em dihizirin ku ev tiştekî ne rast e. Bê ku haya malbatan jê hebe, em dixwazin nîkaha xwe yî dînî bibirin. Çimki heta ku xwendina me kuta nebe em nebawerin ku destûra me bidin. Eger em nîkaha dînî nebirin, em difikirin ku destgirina hevûdû ne tiştekî durust e. Ma niha bê xebera malbatên xwe em dikarin nîkaha xwe bibirin? Eger em karibin, gelo piştî kutabûna xwendina xwe ma divê ku em careke din jî nîkaha xwe bibirin? Ger hûn bibin alîkar em ê dilşad bibin. Nîşe: Em herdu jî ji mezhebê Henefî ne û herwiha min di malpera we de xwendiye ku li gorî mezhebê Henefî, di nîkaha bê destûra malbatê de, tu mehzûrek tune ye.     

Bersiv: Nîkaha dînî, bi mena nîkah ku dê were birîn ji aliyê yekî destûrmend an jî saziyekê ve were kontrolkirin. Mîna nîkahên ku di roja me de li şaredariyan tên birîn.

Di dînê me de desthilatdariya kontrolkirina nîkahê, aidî malbata keçê ye. Ji ber vê yekê, berî her tiştî divê ku destûra wan bê stendin. Pêxemberê me (s.a.w) wiha gotiye:

“Pîreka/keça ku bê destûra weliyê xwe zewicîbe, nîkaha wê batil e.” (Ebû Dawûd, Nîkah 20)

Lê eger malbat bê sûc û sebebekî rabe pirsgirêkan derxe wê gavê, kontrolkirina nîkahê dikeve destê rayedarê herêmê. Ango di mena xwe yî îroyîn de dikeve destê şaredariyan.

Di nîkaha dînî de bi tenê lihevkirina kur û keçê, têr nake. Lewra nîkah, peymaneke ku di bin kontrolê de tê kirin û di nav gel tê îlankirin. Bi îfadeyeke din bi tu awayî bi dizî û bê kontrol nayê birîn.

Beriya her tiştî; divê di serî de keç ji malbata wê were xwestin. Eger razî bibin, li gorî usûl û adetan, dawet tê kirin, zewac pêk tê. Eger bi hincetên bê binî li hemberî vê derkevin û temenê keçê jî di ser 18’an re be, wê gavê dê serî li daîreya kar û barê zewacê bidin, bi rêya fermî bizewicin.

Nîkah, peymanek e. Têgeha nîkaha dînî, Filehan li hemberî têgeha Nîkaha Dêr/Kilîseyê îcat kirine. Di dînê me de, têgeheke wiha tune ye. Nîkah, bi awayekî teqez divê ku ji aliyê hinên “rayedar” ve di bin qeyd û kontrolê de were birîn.

Mesela ku li gorî mezhebê Henefî, meqbûlbûna nîkaha ku di huzûra du şahidan bi tenê hatibe birîn, tiştekî şaş e! Di vê mijarê de bi mezhebê Henefî emel nayê kirin! Ji aliyekî din ve mezhebê Henefî hebûna tu şahidan kafî dibîne, lêbelê veşartina nîkahê rast û durust napejirîne.

Hûn dikarin ji navnîşanên jêr, hin nivîsên me yên ku bi vê meselê re eleqedar in, bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/nikahin-denetlenmesi.html

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/velisiz-nikah.html

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/nisanlilarin-nikahi.html