Fetwayen Kurdi
Ma baweriya me, divê ku bi rêya aqil be?

Ma baweriya me, divê ku bi rêya aqil be?

Pirs: Ma divê ku baweriya me bi rêya aqil be? Ango em bi dil bawer dikin û bi dev jî dibêjin. Da ku baweriya me rast û durist be, ma divê ku em vê bi aqlê xwe jî tesdîq bikin? Lewra baweriya ku tam nekeve serê meriv dê çiqas bi hêz be û wê li dijberî ramanên dijraber çawa li ser piyan bisekine?

Bersiv: Em di kelîma şehadetê ya ku şertê pêşîn e bo baweriyê, wiha dibêjin:

Ez şahdeyiyê didim ku ji Xwedê pêve tu îlah tune ne. Ez şahdeyiyê didim ku Muhemmed jî qasidê Wî ye.”

Şahdedayin, bi mena dîtina bûyerekê ye. Ji kesê ku bûyer nedîtibe re nayê gotin şahid. Em Xwedê nabînin, lê belê bi çavdêriya li derdora xwe mîna ku me Ew dîtibe têdigihîjin, em dizanin ku ji Wî pêve tu îlahekî din tune ye. Baldar bin, em nabêjin “li gorî min bihîstiye” an jî “li gorî ji min re hatiye gotin, ji Xwedê pêve tu îlah tune ne.” Li berevajî vê em dibêjin “Ez şahdeyiyê didim.” Ango “mîna ku min bûyer bi çavê serê xwe dîtibe, bi awayekî teqez ez bawer dikim.” Ev jî dide nîşandan ku heta em bi aqlê xwe nedin nepejirandin, me bawerî neaniye.