Fetwayen Kurdi
Di axirzeman de ma divê îmana meriv mîna ya pîrejinan be?

Di axirzeman de ma divê îmana meriv mîna ya pîrejinan be?

Pirs: Ma hedîsek bi vî awayî “Di axirzeman de wekî îmana pîrejinan baweriyê bînin, mîna wan îtikad bikin.” heye? Ger hebe jî gelo dereceya wê çi ye? Ma mebest ji vê gotinê çi ye? Ji ber ku bêhna propoganda nezaniyê jê tê, ez di rastiya vê hedîsê de hin zehmetiyan dikişînim. Li berevajî vê, girîngiya zanînê di dîn de çi ye? Di baweriyê de divê ku pîvan çi be? Behra aqil di îmanê de çi ye? Teslîmbûn û baweriya çavgirtî bi xêrtir e yan jî îmana bi pirs û lêpirsînê qenctir e? Ji ber ku ez her tiştî vedikolim, ji derdora xwe ve têm rexnekirin. Tê hizirkirin ku ez teslîm nabim. Hergav ji min re tê gotin ku tu ehemiyeta zanînê tune ye. Ya girîng ew e ku tu bê pirs û lêpirsînê bawerî bînî. Ma divê pîvana meriv çi be? Qur’ana Pîroz rêyeke çawa bi ber meriv dixe?

Bersiv: Di tu çavkaniyên hedîsê yên ku me xwe gihandiye wan de me, tebîreke bi awayê “îmanu’l-‘acûz” ango “baweriya pîrejinan” nedît.

Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de diyar dike ku meriv dê çawa îmanê bîne. Da ku meriv li dinya û axretê bextewar bibe, divê îmana meriv li gorî pîvanên ku Xwedê danîne be. Di ayetekê de Xwedê Teala wiha ferman dike:

 “Bêguman ên bawermend, bes ew ên ku dema navê Xwedê tê gotin dilê wan dilerize û gava ku ayetên Xwedê li ser wan tên xwendin, baweriya wan zêde dike û her xwe dispêrin Rebbê xwe.

Ew ên ku bi awayê pêdivî nimêj dikin û ji rizqê ku Me daye wan xerc dikin.

Ha bawermendên rasteqîn ew bi xwe ne. Ji bo wan li cem Rebbê wan mertebe (yên bilind), lêborîn û rizqekî berfireh heye.[1]

Ji bo têgihîştina girîngiya zanînê di dînê Îslamê de ku meriv li ser hikmeta fermana “bixwîne” (‘Eleq, 96/1) bifikire, besî meriv e. Wekî din jî Xwedê beyan kiriye ku Wî dereceya kesên zana di ser ên din re girtiye. Ayetek wiha ye:

Ew ên ku ji we bawerî anîne û ew ên ku zanîn ji wan re hatiye dayin, Xwedê mertebeya wan bilind dike.”[2]

Divê meriv bi şuûr baweriyê bîne. Di îmanê de cih ji dudiliyê re tune ye. Ango divê ku îmaneke vebirî be. Di dînê me cî ji îmana çavgirtî û ya bê şuûr re tune ye. Xwedê Teala wiha ferman dike.

Bawermend, bi tenê ew ên ku bi Xwedê û resûlê Wî îman anîne, piştre jî qet nakevin gumanê û di rêya Xwedê de bi mal û canên xwe cîhadê dikin. Ha ew in ên rast û durist.[3]

Kesê bawermend herçiqas lêkolînên kûr neke jî divê ku bizanibe ka bi çi bawer dike û çima îmanê tîne. Rast e ku di mijara baweriyê de cihekî mezin bo zanînê heye. Bi vegotineke din, eger hûn bi delîlên ku baweriyê misoger dikin îqna bibin, ne hewce ye ku hûn hikmeta fermanan fêr bibin. Gava meriv fermaneke dînî pêk bînin bê gotina “Ka hikmeta vê çi ye, çi fêda wê li min heye?”, divê meriv wiha bibêje “Xwedê wiha ferman kiriye, li gorî baweriya xwe divê ez vê yekê bînim cî.” Jixwe Îslam jî ev e. Xwedê wiha ferman dike:

Dema ku bawermend bi bal hukmê Xwedê û qasidê Wî ve bêne vexwendin da ku di nav wan de hukum bike, gotina wan bes ev e: Me seh kir û me qebûl kir. Jixwe yên serfiraz bûne, ew bi xwe ne.”[4]

Bedewiyan gotin: Me bawerî anî. Bibêje: We bawerî neaniye, lê belê bibêjin; Em teslîm bûne. Hê jî îman di dilê we de bi cî nebûye. Heke hûn bi gotina Xwedê û qasidê Wî bikin, Xwedê dê ji karên we tiştekî kêm neke. Birastî Xwedê gunehjêbir e, dilovîn e.”[5]



[1] Enfal, 8/2-4.

[2] Mucadele, 58/11.

[3] Hucurat, 47/15.

[4] Nûr, 24/51.

[5] Hucurat, 47/14.