Fetwayen Kurdi
Ma di dema Pêxemberê me de, nîkaha dînî tune bû?

Ma di dema Pêxemberê me de, nîkaha dînî tune bû?

Pirs: Di derbarê nîkaha dînî de we gotiye ku “Têgeha nîkaha dînî, li hemberî Nîkaha Filehan ya li Dêrê/Kilîseyê hatiye îcadkirin.” Birastî ez meraq dikim bê ka li ser çi esasî we ev tişt gotiye? Tiştekî wiha tune ye. Nehatiye îcadkirin. Di serdema Pêxemberê me de jî nîkaha dînî hatiye birîn û ev nîkaha dînî, fermana Xwedê ye. Heta hûn ji ilmihalan çavakaniyekê ji xwe re nebînin, ev fikir û gotinên we dimînin şaş. Di tu ilmihalan de ne mumkin e ku meriv rastî tiştekî wiha were. Di gotinên xwe de bêhtir bi hizir bin. Bila gotinên we, li ser rastiyê werin avakirin.   

Bersiv: Berî her tiştî, bo hesasiyeta we, em spasiya we dikin.

Lê ev heye, xuyaye ku di nivîsê de tiştekî nehatiye fêhmê heye. Dibe ku we pir bala xwe nedabê. Di vir de ne behsa nîkahê, belbî behsa “têgeha nîkaha dînî” hatiye kirin. “Nîkah”a ku bi wateya “zewacê” ye, bêjeyeke dînî ye. Li Medîneyê Pêxemeberê me nîkah dibirîn. Lê, di ayet, hedîs û berhemên fiqhê de behsa vê nîhakê, bi navê “nîkaha dînî” nayê kirin. Navê wê bi tenê “nîkah” e.

Têgeha nîkaha dînî, di dema wergera Qanûna Sivîl de derbasî ziman bûye. Lewra Qanûna Medenî ya Turk, ji wergera Qanûna Medenî ya Swîçre pêk tê. Ji ber ku nîkah li cem Filehen, ji aliyê keşe ve li Dêrê/Kilîseyê dihat birîn, bi navê Nîkaha Kilîseyê, Nîkaha Keşe derbasî qanûnan bûye. Lêbelê ji ber ku milletê Turkiyê musluman bûne, ev têgeh bi awayekî saxlem nehatiye wergerandin, jê re nîkaha melê hatiye gotin. Halbûkî di dînê me de ne seyda û mele; belbî rayedar nîkahê dibirin. Serokê dewletê an jî kesên ku ji aliyê wî ve hatibin tayinkirin.

Mesele ji vê pêk tê.