Fetwayen Kurdi
Haşa, ma qudreta Xwedê ya afirandina kevirekî ku nikaribe hilgire heye?

Haşa, ma qudreta Xwedê ya afirandina kevirekî ku nikaribe hilgire heye?

Pirs: Ateîst, bi vê pirsa han li ber hebûna Xwedê Teala radibin: “Eger şîna Xwedê digihîje her tiştî, wê gavê ma dikare kevirekî ku nikaribe hilgire biafirîne?” Eger meriv bibêje “dikare biafirîne”, wê gavê wiha bersiv didin: “Xwedê nikare kevir hilgire, nexwe şîna Wî li ser her tiştî tune ye. Ji ber ku ev rewş dijraberî wesfê Xwedê yê qudretê ye, ev tê mena ku Xwedê tune ye.” Eger meriv bibêje “nikare biafirîne”, wê gavê jî dibêjin: “Nexwe, qudreta Xwedê li ser her tiştî tune ye; ev jî ji ber ku li dijî wesfê Xwedê yê bingehîn e, Xwedê dibe tune.” Ma em dikarin bersiveke çawa bidin kesên wiha?

Bersiv: Kesên bi vî rengî, baş dizanin ku Xwedê heye û yek e; lê belê Xwedê dişibînin xwe û dixwazin pê re qayişê bikişînin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Hûn ji bo Xwedê tu metelokan negerînin. Bêguman Xwedê dizane, lê hûn nizanin.” [1]

Tu tişt mîna Xwedê tune ye. Yê bihîzer, yê bîner her Ew e.”[2]

Tu hemkûf û hevta jê re tune ne.”[3]

Wesfê Xwedê yê qadir, di wateya ku Xwedê hêz û qawetê dide kes û heyberan û sînoran datîne. (Bnh. Îbn Faris, Mu‘cemu’l-Meqayis fi’l-Luxe.) Hem zanîn hem jî hêza însên bi sînor e. Di vê babetê de Xwedê Teala wiha ferman dike:

“… Ji ya ku Wî xwestiye pê ve, kes bi tiştekî ji zanîna Wî nizane.[4]

 “Bibêje: Eger ji bo peyvên Xwedayê min derya hibir bûna û Me ewqasî din jî lê zêde bikira, beriya ku peyvên Xwedayê min biqedin ew ê derya biqediyana.”[5]

Eger birastî çiqas darên li erdê hene bibin qelem, derya û bi qasî wê heft deryayên din jî hibra wan be, gotinên Xwedê dê xelas nebin. Bêguman Xwedê ʿEzîz e, Hekîm e.”[6]

Ji kerema xwe re li navnîşana jêr jî binihêrin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1782



[1] Nehl, 16/74.

[2] Şûra, 42/11.

[3] Îxlas, 112/4.

[4] Beqere, 2/255.

[5] Kehf, 18/109.

[6] Loqman, 31/27.