Fetwayen Kurdi
Di rojiya sunnet de, herî dereng heta kengî niyet tê anîn?

Di rojiya sunnet de, herî dereng heta kengî niyet tê anîn?

Pirs: Eger meriv heta dema taştê tiştek nexwaribe, ma dibe ku ger taştê li xweşa meriv biçe meriv bixwe û ger na jî meriv niyeta xwe li rojiyê bîne?

Bersiv: Di heqê meseleya we de hedîseke wiha heye:

Li gorî ku ji dayika bawermendan Eyşe (x.j.q) hatiye ragihandin, wê wiha gotiye:

“Qasidê Xwedê, rojekê hate cem min û pirsî ‘Tiştekî xwarinê li nik me heye?’ Min jî got naxêr tune ye. Wî jî wiha got ‘Wê gavê, ez bi rojî me.’[1]

Li gorî vê hedîsê, kesên rojiya nafîle/sunet digirin, piştî dema paşîvê, eger tiştek ji kirinên ku rojiyê betal bikin mîna xwarin, vexwarin û têkilatiya cinsî nekiribin, dikarin heta berî limêja nîvro bi 5-10 deqîqeyan jî niyetê bînin û rojiya xwe bigirin.



[1] Buxarî, Sewm 21, 51; Muslim, Siyam 169 (1154)-170).