Fetwayen Kurdi
Ma di rojiyê de rabûna paşîvê pêwîst e?

Ma di rojiyê de rabûna paşîvê pêwîst e?

Pirs: Ji bo rojiyê, ma pêwîst e ku meriv rabe paşîvê?

Bersiv: Rabûna paşîvê, ne ji şertên rojiyê ye. Rabûna wê, tê tewsiyekirin, sunet e û ji aliyê tenduristiyê ve jî gelek bi fayde ye. Lê belê yên ku nikarin rabin û yên ku ranabin jî dikarin rojiyê bigirin. Bi tenê piştî banga sibê/îmsakê tiştekî nexwin û venexwin. Di vê yekê de di navbera rojiya ferz, qeza û sunet de tu ferq û cudahitî tune ye. Hatiye ragihandin ku Pêxemberê me (s.a.w) wiha gotiye:

Paşivê bixwin. Lewra di paşîvê de bereket heye.”[1]

Ji ber vê yekê, heta ji dest bê, divê ku meriv vê tewsiya wî bi cî bîne û ji bereketa paşîvê sûd werbigire.



[1] Buxarî, Sewm, 20; Muslim, Siyam, 45 (1095).