Fetwayen Kurdi
Eger meriv dev ji bazarê berde, gelo tu cezayekî wê heye?

Eger meriv dev ji bazarê berde, gelo tu cezayekî wê heye?

Pirs: Piştî mirov di derbarê kirîna tiştekî de li hev kir, lê belê beriya ku ‘eqda kirîn û firotin bê fekkirin bi sedemekî mirov dev ji bazar û kirînê berde, gelo tu cezayekî ku mirov bide heye yan na?

Bersiv: Kirîn û firotin, bi gotina bikir û firoşker ku bibejin “min firot” û “min kirî” pêk tê. Ji bo duristiya bey‘ê, teslîmkirina mal ne şert e. Belbî ev, encameke ji encamê wê ye. Piştî ku bazar ango firotin pêk hat, bikir nikare bibêje ku ez nakirim. Divê ku mal teslîm bigire û li ser çi bedelî li hev kiribin bide.

Eger bi razîbûna firoşker be, bikir dikare mal vegerîne. Ji ber ku ev vegera ha dibe bazareke nû, durist e ku bi bihayekî cuda li hev bikin. Û bi vî awayî hinek ji zirara firoşker jî bê telafîkirin.