Fetwayen Kurdi
Nexweşiya min a mîdê heye, divê ez îlacan bixwim. Ma dibe ku ez rojiyê negirim?

Nexweşiya min a mîdê heye, divê ez îlacan bixwim. Ma dibe ku ez rojiyê negirim?

Pirs: Ez nexweşê refluyê me. Divê ez rojiyê negirim, lewra di rojê de ez sê dermanan dixwim. Lê dîsa jî dixwazim biceribînim. Di vê rewşê de ma ez neheqiyê li xwe dikim? An jî divê ez kefareta xwe bidim? Ma nexweşiya min dibe mazeret?

Bersiv: Xwedê Teala ragihandiye ku kesên nexweş û yên ku dema rojiyê bigirin dê nexweşiya wan girantir bibe, dikarin negirin, lê belê eger bigirin ji wan re hîn bi xêrtir e.

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/hasta-veya-yolcu-oldugu-icin-oruc-tutamayanlar-ne-yapmali.html

Nexweş û rêwiyên ku rojiyê nagirin, divê piştre biqasî rojên ku negirtine rojî bigirin. Eger derfeta ku rojiyê bigirin nebînin û bimirin, tu mesûliyet li ser wan tune ye. Kesên wiha, kefaret/fidyê jî nadin.