Fetwayen Kurdi
Kesên ku êşa serî dikişînin gelo dikarin rojiyê bigirin?

Kesên ku êşa serî dikişînin gelo dikarin rojiyê bigirin?

Pirs: Nexweşên migrenê yên ji ber ku birçî dimînin êşeke giran dikeve serê wan, gelo dikarin rojiyê bigirin?

Bersiv: Dibe ku birçîbûn bandorê li êşa migrenê bike. Di vê rewşê de eger tedbîr têr nekin, meriv dikare rojiyê paşde bide. Lewra nexweşî, ruxsetek e ji bo taxîrkirina rojiyê. Lê belê ev heye, ji ber ku nexweşiya migrenê kronik e ango berwedam e, ev nexweş, dibe ku piştî rojiyê jî nikaribin rojî bigirin. Ji ber vê yekê, bi şertê ku dermanê xwe jî bikar bînin eger girtina rojiyê mumkin be, divê vê rêyê hilbijêrin. Eger ev jî nebe rêya çareseriyê (ango rojî, digel îlacan jî badnorê li migrenê bike), wê gavê dikarin rojiyê negirin.[1]



[1] Bhn. Zeki Bayraktar, “Oruçlu Hastalar İçin Bazı Tıbbi Öneriler”, Kitap ve Hikmet Dergisi, Temmuz-Eylül/Tîrmeh-Îlon 2015, jimar: 10, rp. 19.