Fetwayen Kurdi
Ma rojîgirtina nexweşên ku tedawiyê dibînin mehzûr e?

Ma rojîgirtina nexweşên ku tedawiyê dibînin mehzûr e?

Pirs: Keça min nexweşa tuberkuloz a hestiyan e û niha tedawiyê dibîne. Gelo di rojîgirtina wê de tu mehzûrek heye?

Bersiv: Em nikarin biryar bidin bê ka keça te dikare rojiyê bigire yan na. Belbî bijîşkên ku tedawiya wê birêve dibin, dê biryara vê yekê bidin. Lê belê li gorî ku niha tedawiyê dibîne, destûr û ruxseta ku rojiyê negire heye. Dikare vê ruxsetê bikar bîne û rojiya xwe negire. Gava tedawiya wê kuta bû jî divê ku bi qasî rojên ku negirtiye rojiyê bigire.