Fetwayen Kurdi
Gelo kirîna malê hicizkirî, caiz e?

Gelo kirîna malê hicizkirî, caiz e?

Pirs: Dînê Îslamê, di derbarê kirîn û firotina malên hecizkirî de tiştekî dibêje yan na? Û gelo tu îctîhadên bi vê mijarê re têkildar in, hene?

Bersiv: Piraniya zanyarên (fuqehayên) dînê Îslamê, hecizkirina malê deyndar û firotina wî caiz dibînin. Kirîna malekî bi vî awayî jî helal e. Fuqehayan di gihîştina vê encamê de delîla xwe ya huqûqî ji kirina Pêxember (s.a.w) dema biryara îflasa Muaz kurê Cebel dide, bi rêya hecizê dest dide ser malê wî û tiştê bi firotinê tê bidestxistin di nava deyndêrên wî de belav kiriye, digirin.[1] Her wiha Hezretî Umer jî heciz daniye ser malê yekî bi navê Ûseyf el-Cuhenî û malê wî daye firotin. Piştre pereyên ku jê hatiye, di navbera deyndêrên wî de belav kiriye.[2]

Pêxember (s.a.w) wiha ferman kiriye: “Ew kesê ku qaweta wî ji bo dayina deynê wî hebe û bi derengî bixe, helal e ku were ceza û şermezarkirin.”[3]

Îbrahîm en-Nexeî, Îbn Sîrîn, Zeyd kurê Elî, Ebû Henîfe, Îmam Zufer û hin zanyarên din dibêjin; malê deyndar nayê hecizkirin û bi rêya hecizkirinê nayê firotin. Lewra bi rêya hecizkirinê, malê deyndar bê riza dilê wî tê firotin û ‘eqdeke bê riza firoşker ne sehîh û durist e. Li gori van zanyaran cezayê ku dê bê dayin ev e, heta deynên xwe bide dê bê girtin, hepiskirin. Îmam Ebû Henîfe dema neduristiya wê mijarê dide xuyakirin, bi taybetî giraniya xwe dide ser vê ayetê: “Gelî bawermendan! Di navbera xwe de malên hev bi neheqî nexwin, lê belê ji bazirganiyeke ku we bi dilê xwe li hev kiribe hûn dikarin bixwin.”[4] û hedîsa “Malê kesê misilman, encax bi riza dilê wî helal e.”[5] wekî delîl nîşan dide.

“Encax li aliyê din, digel ku Îmam Ebû Henîfe firotina bi zorê yanî ya bi rêya heczê wekî usûl û qaydeyekî, caiz nabîne, lê dîsa jî di hin cihan de stendina mal ji xwediyê mal bi zorê qebûl dike. Mesela: Dema cureyê malê telebkar û deyndar heman cur be, mîna deyn zêr be û li cem deyndar jî zêr hebin, wê gavê dê bi zorê jê bê stendin. Heta Ebû Henîfe ji bo telebkarên pereyan “îstihsanen”rêyeke din jî qebûl dike. Li gorî vê, li ser meselê deynê wî zêr in, lê belê li cem wî sirf zîv heye û zêr tune ye, wê demê dê hakim zîv bifiroşe û pê zêr bikire û dê bi zêrîtî bide xwediyê deyn.”[6]

Caizbûn û duristiya firotina malên hecizkirî tê wateya ku kirîna wan malan jî caiz e.



[1] Şewkanî, Neylul-Ewtar, V, 275-276; Ji bo agahiyên zêdetir bnh. Muslim, Musaqat, 18.

[2] Serexsî, el-Mebsût, XXIV, 164.

[3] Buxarî, Îstiqrad, 14.

[4] Nîsa, 4/29.

[5] Darequtnî, III, 26.

[6] Fahrettin Atar, “Haciz”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), XIV, 518-519.