Fetwayen Kurdi
Ma pirsyarî û lêpirsînên di heqê Xwedê yan jî afirandinê de, meriv dike kafir?

Ma pirsyarî û lêpirsînên di heqê Xwedê yan jî afirandinê de, meriv dike kafir?

Pirs: Min jî mîna gelek însanan bi Xwedê Teala bawerî aniye û hewl didim ku pênc wext limêjên xwe bêkêmasî bikim. Lê belê di demên dawî de bûye ku êdî ez her tiştê di jiyana xwe de pirsyarî dikim. Ev jî çima, ji bo çi û ez çi dikim? Pêre xwe bi xwe bersivên wan jî didim. Ango ez hin tiştan ji xwe dipirsim. Wekî mînak ez dibêjim, ma nabe ku gerdûn tesadufî ango xwe bi xwe çêbûbe? Piştre bûyera bing bangê tê bîra min, piştî vê bi milyaran stêrkên ku di rêgehên xwe de malevaniyê dikin tê hişê min, li ser rewşa ku eger dinya 3 mm din jî nêzî rojê bibe yan jî jê dûr bikeve dê bişewite yan jî biqerise û bicemide, dihizirim û dibêjim ku “ev li gorî plan û bernameyekê tev digerin ango hatine afirandin” û bi vî awayî bersiva pirsa xwe didim. Gelo gava ez van tiştan dikim, ez dikevim guman û dudiliyan? Yanî esasê pirsa min, ma fikir û hizra bi vî rengî min dike kafir?

Bersiv: Naxêr, temamê van pirs û lêpirsînan, tê wateya ku hûn îmanê tînin.

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/zaman-zaman-allahin-varligindan-suphe-duymak-vesvese-midir.html

Xwendina Qur’ana Pîroz, dewam bikin. Lê belê ger hin cihên we fêhm nekir, nikaribin fêhm bikin derkeve pêşiya we, teqez bi yên ku dizanin re bişêwirin. Lewra xwendina bê têgihîştin û naskirina mena wê, tu feydeyê nade însên. Xwendina ayeteke ku hûn wateya wê fêhm bikin, ji xwendina gelek rûpelên Qur’anê ya bê têgihîştin, pir çêtir e. Ger hûn hewld bidin, hûn ê bibînin ku Xwedê Teala alîkariya we dike û hûn ê zû pêşve bikevin. Ger hûn hiş û dilê xwe bo naskirina Qur’anê vekin, Xwedê jî dê fêhm û têgihîştina Qur’anê li dilê we veke.

Ji bo bidestxistina agahiyên berfirehtir di derbarê pirsa we de ji kerema xwe re hevpeyvîna me ya di navnîşana jêr de ye bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/elestiriler/altinoluk-dergisinin-roportaji.html