Fetwayen Kurdi
Ma Xwedê dixwaze hin kes, li ser kufrê bimirin?

Ma Xwedê dixwaze hin kes, li ser kufrê bimirin?

Pirs: Di berhema “Doğru Bildiğimiz Yanlışlar” de mijara “Kalbin Mühürlenmesi/Mohrbûna Dil” hatibû ravekirin. Lê belê du ayetên ku di wir de diboriyan, hinekî hişê min tevlihev kirin. Ew jî ayeta 55’an û 85’an ji sûreyê Tewbe… Mîna hev dixuyin. Derbas dibe ku Xwedê Teala dixwaze bereke ji dirûyan bi mal û zaroyan ceza bike û ya herî girîng jî dixwaze ku ew li ser kufrê bimirin. Kesê ku Xwedê Teala mirina wî li ser kufrê xwestibe, ma ne jixwe êdî tiştekî ku bikaribe bike nemaye? Bi temamî dilê wî mohr dibe! Ango hîn li jiyanê di heqê wî de biryar hatiye dayin û êdî îmanê nayine yan jî destûra ku îmanê bîne nayê dayin. Gelo tiştê di ayetan de tê gotin, ev e?

Bersiv: Ayetên we behsa wan kirin di derbarê dirûyan de ne û wergera wan wiha ye:

Bila xweziya te ne bi malên wan û ne jî bi zarokên wan were. Bêguman Xwedê dixwaze di jiyana cîhanê de wan pê bide ezabdayîn û ruhê wan li ser kufrê ji wan bistîne.”[1]

Ev, rê û rêbazeke ku ji aliyê Xwedê ve hatiye danîn. Ger ji bo guhertina şert û mercan cehd û xebatê nîşan nedin, ev rêbaz dê bimeşe. Lê belê deriyê veger û tobeyê jî her gav vekirî ye; kesê vegerê bixwaze dikare vegere.

Ji ayetên jêr em dikarin vê yekê fêhm bikin.

Ma wê Xwedê çawa civateke ku piştî bawerî anîn û şahdeyî dan ku ew qasid heq e û delîlên aşkere ji wan re hatin, dîsa kafir bibin, bîne ser rêya rast?! Bêguman Xwedê, civata zaliman nayine ser rêya rast.

Cezayê wan ev e: Laneta Xwedê, ya ferişte û hemû mirovan dê li ser wan be! Ew ê her gav di wê lanetê de bimînin, ezab jî li ser wan nayê sivikkirin û derfet jî ji wan re nayê dayin. Yên ku piştî vê poşman bûne û li ser rastbûna xwe xebitîne ne tê de. Lewra Xwedê, her gunehveşêr e, dilovîn e.”[2]

Ji bo pirs-bersiveke manendê vê, ji kerema xwe li navnîşana jêr binihêrin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1869



[1] Tewbe, 9/55, 85.

[2] Alî Îmran, 3/86-89.