Fetwayen Kurdi
Hûn dikarin di mijara ku xêr û şer ji Xwedê ye, me agahdar bikin?

Hûn dikarin di mijara ku xêr û şer ji Xwedê ye, me agahdar bikin?

Pirs: Tiştên ku di jiyanê de tên serê me, bêguman ceribandin û îmtihan e. Gelo dibe ku ev îmtihan, ji ber gunehên me bin? Ango em çawa dikarin bela, musîbet, nexweşî û bûyerên ku tên serê me jihev veqetînin?

Bersiv: Xêr û şer du cur in; ji bo ceribandin û îmtîhanê em pêrgî yekê tên; ya din jî di encama îmtîhanê de em bidest dixin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

“… Em ê we bi şer û xêrê bi îmtîhaneke dijwar biceribînin, hûn ê dawî her li Me bêne vegerandin.”[1]

Sond be; Em ê bi hinekî ji tirsê û birçîbûnê, bi kêmkirina mal û can û kêmkirina mêweyên we, we îmtîhan bikin û mizgînê bide yên sebirkêş.

Ew ên ku dema belayek bê serê wan, dibêjin “Em yên Xwedê ne û em ê li Wî jî vegerin.”

Evên ha ji Perwerdegarê wan rehmet û dilovanî li wan dibare û yên ku li ser rêya heq rasterê bûne, her ew in.”[2]

Xêr û şera ji vî celebî, tê serê her kesî. Li aliyê din, xêr û şera ku di encama îmtîhanê de tê bidest xistin heye. Xwedê, dide kesê ku ew heq kiribe. Tiştên ku tên serê meriv, ger bo îmtîhanê be, divê meriv sebrê bikêşe û di wê îmtîhanê serfiraz bibe. Na ger ji ber guneh û şaşiyên meriv bin, wê gavê, divê meriv poşman bibe û careke din li karekî wiha venegere.



[1] Enbiya, 21/35.

[2] Beqere, 2/155-157