Fetwayen Kurdi
Ma bikaranîna bêjeya “reb”, “seyyid” û “mewlana” ji bo însanan durist e?

Ma bikaranîna bêjeya “reb”, “seyyid” û “mewlana” ji bo însanan durist e?

Pirs: Di ayeta 50’î ji sûreyê Yûsuf, di vê axaftina xwe de Yûsuf Pêxember: “Li efendiyê xwe vegere û jê bipirse” rengdêra “Rebb” ji bo însanekî bikar tîne. Her wiha di gelek ayetan de ji bo mirovan wesfê “Mewla” tê xebitandin. Lê belê hinek seyda dibêjin ku bikaranîna vî wesfî bo însanan şaş e, ne durist e. Madem ev ayet li holê ne, ma bikaranîna wesfê Rebb, Mewla (Mewlana) an jî Efendî û hwd. ji bo kesan dibe ku şaş be?

Bersiv: Hin têgeh hene ku ji bo Xwedê û ji bo însanan jî tê xebitandin. “Rebb” jî yek ji wan têgehan e. Wergera herî munasib ji bo bêjeya rebb, “xwedî” ye. Di zimanê Erebî de ji bo xwediyê xanî rebbu’d-dar, ji bo sermayedar jî rebbu’l-mal tê gotin. Yûsuf aleyhiselam, ji koleyê ku qral şandibû re wiha gotibû:

قَالَ ارْجِعْ إِلَى رَبِّكَ فَاسْأَلْهُ مَا بَالُ النِّسْوَةِ اللَّاتِي قَطَّعْنَ أَيْدِيَهُنَّ إِنَّ رَبِّي بِكَيْدِهِنَّ عَلِيمٌ

“… Li xwediyê xwe vegere û jê bipirse: Ka derdê wan pîrekên ku destên xwe birîbûn çi bû? Bêguman Rebbê min hîle û pîleyên wan dizane.”[1]

Ji lewre di vê ayetê de bêjeya Rebb, hem ji bo Xwedê hem jî ji bo qralê ku xwediyê kole ye, hatiye bikaranîn.

Mewla di wateya “dost” û “efendî” ye. Di Qur’anê de mînakên wê hene ku ji bo însanan di vê wateyê de hatiye xebitandin.[2]

Bêjeya seyyid jî di wateya “efendî” de ye. Ev peyv, di ayeta 30’an ji sûreyê Alî Îmran ji bo Yehya aleyhiselam hatiye bikaranîn. Ji ber vê yekê di esas de di xebitandina vê de ji bo însanan, tu mehzûrek tune ye. Lê belê tiştê ku rengê meseleyê diguherîne, wateyên ku di dema bikaranîna wê de lê tên barkirin. Mesela gotina Seyyidu’l-Kaînat=Efendiyê Gerdûnê îfadeyeke gelekî çewt e. Ev wesf, bi tenê û encax ji bo Xwedê Teala tê bikaranîn.

Bêjeya Rebb, ji ber ku di zimanên xincî Erebî de bi wateya “xwedî” nayê fêhmkirin, bikaranîna wê jî xeternak e.

 Di encamê de di dema xebitandina van bêjeyan de ji bo însanan, divê meriv gelekî baldar be û menayên şaş li wan bar neke.

Ji kerema xwe re bersiva me ya bi awayê vîdeoyê jî ji navnîşana jêr temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/peygamberimizle-alakali-bir-soru-sorulmustu-size-alimran-39-flv.html



[1] Yûsuf, 12/50.

[2] Wekî mînak bnh. Nehl, 16/76; Ehzab, 33/5.