Fetwayen Kurdi
Hukmê întihar/xwekujiyê çi ye?

Hukmê întihar/xwekujiyê çi ye?

Pirs: Gelo hukmê întihar/xwekujiyê çi ye? Ma kesê xwe bikuje, dibe dojehî?

Bersiv: Întihar, ku meriv xwe bikuje. Xwedê Teala bi awayekî teqez ev qedexe kiriye û ferman kiriye ku “xwe nekujin.”[1]

Kesên ku li hemberî pirsgirêkan ditengijin, hêvî û baweriya xwe winda dikin û tu rêyekê ji bo çareseriyê nabînin, dibe ku berê xwe bidin întiharê. Kesê Musluman, ne pêkan e ku têkeve rewşeke wisa. Xwedê Teala wiha ferman dike:

“… Hêviya xwe ji rehma Xwedê qut nekin. Lewra ji desteya kafir pê ve tu kes hêviya xwe ji rehma Xwedê nabire.”[2]

Di sûreyê Hicr de ev gotinên han ji devê Hezretî Îbrahîm derdikevin:

“… Qey ji rêşaşan pê ve kî hêviya xwe ji rehma Xwedê dibire?[3]

Di ayeteke din de wiha tê fermankirin:

Însan, ji xwestina xêrê qet naweste. Lê belê eger xerabiyek bi ser de bê di cî bêzar dibe, hêviya xwe winda dike.”[4]

 Ebû Hureyre (r.j.x) radigihîne ku Qasidê Xwedê (s.a.w) wiha gotiye:

“Kî xwe ji serê çiyayekî biavêje û întihar bike, ew, di agirê dojehê de her xwe diavêje. Heta bi hetayê li ser vê rewşê dewam dike. Kî bi vexwarina jehrê xwe bikuje, di agirê dojehê de jehra wî di dest de ye û vedixwe. Heta bi hetayê wiha didomîne. Kî bi parçeyekî ji hesin întihar bike, di agirê dojehê de hesinê wî di dest de û her li xwe dixe. Heta bi hetayê wiha dewam dike.”[5]

Ebû Hureyre, ev hedîs jî ji Qasidê Xwedê ragihandiye:

Kesê bi rêya xeniqandinê xwe bikuje, di dojehê de jî xwe dixeniqîne. Kesê bi rêya têbirina tiştekî întihar bike, di agirê dohejê de jî wî tiştî di xwe re dike. Kesê xwe ji bilindahiyê avêtibe, di dojehê de jî xwe ji jor ve diavêje.”[6]

Sehlê kurê Se‘d (x.j.q) wiha radigihîne:

“Resûlê Xwedê aleyhiselam, rastî muşrikan hat û bi wan re ceng kir. Qasidê Xwedê paşve vekişiya, bera din jî vekişiya. Di nav hevalên Qasidê Xwedê de yek hebû ku bi tena serê xwe dabû pey dujmin û bi şûrê xwe li wan dida. Hate gotin ku karê wî îro kir, tu kesî ji me nekir.

Qasidê Xwedê got ku: “Lê belê ew, dojehî ye.” Yekî got ku: Ez ê her wî bişopînim. Piştre pêre derket. Ew li ku sekinîbe, ew jî li wir sekinî. Gava lez kir jî wî jî pêre lez kir. Zilam, derbeke giran xwar. Da ku zû bi zû bimire şûrê xwe danî erdê û serê şûr jî danî nav herdu pêsîrên xwe. Paşê bi temamê hêza xwe, xwe bi ser şûr de avêt û întihar kir. Zilam hat hizûra Qasidê Xwedê û got ku: “Ez şahdeyiyê didim ku birastî jî tu qasidê Xwedê yî.”

Qasidê Xwedê got: “Çi bi te hatiye?

Zilamî gotina xwe wiha berdewam kir: “Berî çendekî zilamekî ku te gotibû ew dojehî ye hebû. Herkes li hemberî vê rewşê matmayî mabûn. Min gotibû ku ez ê vê rewşê diyar bikim. Min da pey wî. Bi derbeke giran birîndar ket. Xwest ku wextekê berî wextekê bimire. Destikê şûr danî erdê, serê wî jî xist nav herdu pêsîrên xwe. Piştre bi temamê hêza xwe, xwe bi ser şûr de avêt û xwe kuşt.”

Li ser vê yekê Qasidê Xwedê wiha got:

Dibe ku yek di nav însanan de helwestên ku mîna ew bihiştî be nîşan bide, lê belê di rastiyê de ew dojehî ye. Yekî din jî dibe ku di nav însanan de helwestên ku mîna ew dojehî be nîşan bide, lê bêlê di rastiyê de ew bihiştî ye.”[7]

Hûn dikarin bersivên me yên vîdeoyî yên di derbarê xwekuştinê de ji navnîşanên jêr temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/intihar-etmenin-hukmu-nedir-ayetler-isiginda-aciklar-misiniz.html

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/intihar-ecel-midir-kesin-hukmu-nedir.html



[1] Nîsa, 4/29.

[2] Yûsuf, 12/87.

[3] Hicr, 15/56.

[4] Fussîlet, 41/49.

[5] Buxarî, Edeb, 44, 73, Tib 56; Muslim, Îman, 175, 177; Tirmizî, Îman, 16, Tib 7.

[6] Buxarî, Cenaiz, 83.

[7] Buxarî, Mexazî, 38.