Fetwayen Kurdi
Ji bo qezenceke helal, divê bi taybetî meriv li çi miqate be?

Ji bo qezenceke helal, divê bi taybetî meriv li çi miqate be?

Pirs: Di karûbarên xwe yên bazirganiyê de da ku ked û xebata me helal be, divê herî zêde em bala xwe bidin çi? Hûn dikarin bi kurtayî ji me re rave bikin?

Bersiv: Xwedê Teala wiha ferman dike:

Malên hev di navbera xwe de bi neheqî nexwin. Da ku hûn hinekî ji malên mirovan bi gunehkarî û bizanîn bixwin, bi malên xwe, xwe negihînin fermandaran.”  (Beqere, 2/188)

Gelî bawermendan! Ji bazirganiyeke ku we bi dilê hev kiribe pê ve, di navbera xwe de malên hev bi neheqî nexwin. Xwe nekujin; bêguman Xwedê teqez ji bo we pir birehm e.

Kî bi êrîşkarî û bi neheqî vê bike, vêca Em ê wî bixin nav êgir. Ev, li cem Xwedê  hêsan e.

Eger hûn xwe ji gunehên mezin ên ku li we hatine qedexekirin biparêzin, Em ê li gunehên we biborin û Em ê we bixin cihekî birûmet.

Dilê xwe nebijînin wan tiştên ku Xwedê, we pê di ser hev re girtiye. Ji mêran re ji ya ku bidest xistine parek heye. Ji jinan re jî ji ya ku bidest xwe ve anîne parek heye. Hûn ji Xwedê, kerema Wî bixwazin. Bêguman Xwedê, zanayê bi her tiştî ye.” (Nîsa, 4/29-32)

Danûstendin, ji ber ku bi rizaya herdu aliyan pêk tê, divê firoşker û kiryar bi hev re rast bin û beyanên şaş nede yê din. Ji ber ku kiryar nezan e, meriv ji bihayê sûkê zêdetir bifiroşe, ne caiz e. Herwiha ne caiz e ku meriv ji nezaniya firoşkar îstifade bike û malê wî ji bihayê bazarê kêmtir bikire. Ji vê yekê re xebn tê gotin. Ger aliyê din, bizanîn ev yek qebûl kiribe, tiştekî ku bê kirin namîne. Lêbelê ev ferq, ger bi rêya xapandina yekî derketibe holê, di wê rewşê kara ku hatiye bidestxistin, heram e, nabe helal.

Qasidê Xwedê (s.a.w) tiştên ku dibin asteng ji bo pêkhatina bazareke azad, qedexe kiriye. Ev jî; kirîna li ser rê berî ku mal bigihîje bazarê, ihtikar, firotina malên ne di dest de, firotina malekî berî teslîmgirtina wî û sorkirina muşterî ye.

Qasidê Xwedê, silav û dirûd li ser bin wiha gotiye:

Neçin pêşiya malan (pertalan) da ku bigihên bazarê jî.”

Lewra malê ku negihê bazarê, ji ber nezaniya bihayê wê, dibe ku bi erzanî were firotin. Di hedîseke din de hatiye ragihandin ku firoşkarê ku malê xwe li ser rê firotibe, gava were bazarê û lê zêdebûna biha bibîne, dikare poşman bibe. (el-Bedai’, c. V, rp.232. Ji bo hedîsên di heqê vê mijarê de bnh. Ebu Ce‘fer et-Tehawî, Şerhu Me‘anî’l-AsAr, thk. M. Zihnî en-Neccar, Beyrut 1407/1987, c. IV, rp. 7 û piştî wê.)

Qasidê Xwedê (s.a.w) ihtikar jî qedexe kiriye û wiha gotiye:

Kesê ji derve mal bîne di karê de ye, ê ku ihtikarê bike jî lanet lê dibare.” (Îbn Mace, Ticarat, 6; Darimî, Buyu’, 12.)

Gotineke wî yî din jî wiha ye:

Kesê ihtikarê bike, sûcdar e.” (Muslim, Musaqat, 130)

İhtikar, di ferngê de bi wetaya zordestî û neheqiyê ye. Wekî têgehekê bi çend awayan hatiye terîfkirin. Ji mezhebê Henefî Ebu Yûsuf gotiye ku ihtikar: “Malekî ku hatibe kirîn, digel ku hewcedariya gel pê hebe meriv nefiroşe.” Ferman li kesê bi vî rengî tê kirin ku tiştê ji ihtiyaciya wî û malbata zêdetir be, divê bifiroşe. Ger neke û di ihtikarê de inyad bike, dê derkeve pêşberî dadger. Dadger dê şîretan lê bike û wî tehdît bike, gava cara duyem derkeve pêşberî dadger, da ku careke din wiha neke, dê wî bixe girtîgehê û cezayê tezîrê lê bibire. Lêbelê dadger, wî malî ne dikare bi zorê bifiroşe û ne jî dikare nerhê li wî malî deyne. (el-Bedai’, c. V, rp.129 û 232.)

Sorkirina kiryar jî ne caiz e. Pêxemeberê me, qedexe kiriye ku kesê dilê wî yê kirîna malekî tune be, herwekî ku muşterî be rabe pesnê mal bide û bi vê helwesta xwe kiryarên din bîne coş û kelecanê û bibe sedemê ku bihayê mal zêde bibe. el-Bedai’, c. V, rp. 232.)

Firoşker, divê pir zêde bala xwe bide kêşan û pîvanê. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Hey wax li halê wan kêşandiz û pîvandizan be.

Ew ên ku dema ji xelkê bi pîvan û kêşan dikirin bi temamî werdigirin,

Dema bi kêşan û pîvan difiroşin, mirovan dixin ziyanê.

Ma ew hesab nakin ku piştî mirinê dê bi rastî bêne vejandin?

Ji bo rojeke mezin.

Roja ku hemû mirov, li ber Perwerdegê alemê û fermana Wî radiwestin.” (Mutteffifîn, 83/1-6)

Ji bo agahiyên berfirehtir, hûn dikarin berhema Abdülaziz Bayındır ya bi navê TİCARET VE FAİZ bixwînin.