Fetwayen Kurdi
Ji bo memûrtiya dewletê gelo caiz e ku mirov torpîlê bike?

Ji bo memûrtiya dewletê gelo caiz e ku mirov torpîlê bike?

Pirs: Di saziyeke dewletê de karmend, dê bi mulaqatê werin girtin. Temamê kesên ku dê beşdarî mulaqatê bibin ji heman beşê mezûn bûne û ji aliyê puanan ve jî heqê beşdarbûna mulaqatê bidest xistine. Pirsa min ev e: Di vê pêvajoyê de gelo rast e ku meriv li yekî nas, yekî ku gotina wî îtibar digire, bigere, da ku meriv bigirin kar?  

Bersiv: Helwesteke wiha ne rast e. Lewra Xwedê Teala wiha ferman dike:

Bêguman Xwedê li we ferman  dike; dema hûn emanetan bidin xwediyên wan û dema we di navbera mirovan de biryar da, ku hûn bi dadî hukim bikin.  Ew çi xweş şîretan li we dike! Bêguman Xwedê  bihîzer e, bîner e.” (Nîsa, 4/58)

Ji ber vê yekê, kesên ku ji bo li saziyeke dewletê dest bi kar bikin serî li mulaqatê didin, divê ku bi dadmendî tev bigerin. Herwiha divê ji helwest û tevgerên ku di cîgirtinê de dê bandora neyênî li mafê kesan û riayeta ehliyetê bikin, xwe dûr bigirin.