Fetwayen Kurdi
Karkerên ku meaşê wan di faîzê de tê razandin, gelo meaşê wan dibe heram?

Karkerên ku meaşê wan di faîzê de tê razandin, gelo meaşê wan dibe heram?

Pirs: Xwediyê kar, meaşê karkeran di bankê de radizîne û bi vî awayî ji faîzê istifade dike. Di vê rewşê de meaşê ku karker distînin, gelo tu eleqeya wê bi faîzê re çêdibe?

Bersiv: Pereyê ku dê li karkeran bê belavkirin, dema ji aliyê xwedî ve li hember feydeyekê di bankê de bê razandin, bi awayê qrediyê bê razandin, ev ji aliyê xwediyê pereyan ve ne caiz e; lêbelê karker ji vê ne berpirsyar in. Meaşê ku dê bistînin helal e. 

Lewra heramî di tiştan de an ji wan bi xwe ye an jî ji awayê bidesxistina wan derdike holê. Mîna mey û goştê beraz eger heramî ji tişt bi xwe be, jê re heram li ‘eynîhî tê gotin û ji bo her Muslumanî dibe heram. Lêbelê, eger heramî ne ji wan bi xwe belbî bi sedem awayê bidesxistina wan be, mîna pereyê faîz û qumarê be, jê re tê gotin heram li xeyrîhî û pereyê ku bi vî awayî tê bidesxistin, sirf ji bo yê ku ev kar kiriye re heram e. Eger ne wisa bûna dê her kesî li çavkaniya pere û malê ku digihîje destê wî bipirsiya û jixwe karekî wiha bi tekûzî tu kes nikare bike jî.

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê mijarê de ji kerema xwe re li lînka jêr jî binihêrin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1010

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kumardan-kazanilmis-para-mirascilara-helal-olur-mu.html