Fetwayen Kurdi
Bi rêya min, jina min bû Musluman, ma ew ê rasterast têkeve bihiştê?

Bi rêya min, jina min bû Musluman, ma ew ê rasterast têkeve bihiştê?

Pirs: Min jina xwe ya Fileh, kir Musluman. Şertên Îslam û îmanê qebûl kirin. Gelo rewşa min û wê li cem Xwedê Teala çi ye?  Ma rasterast ew ê bikeve bihiştê?

Bersiv: Pêxemberê me (s.a.w), ji ‘Elî re (r.a) wiha gotiye:

Muslumanbûna yekî li ser destê te, ji cîhanê û hemî tiştên di cîhanê de ne bi xêrtir e.”

Xwedê Teala ragihandiye ku Fileh û û Cihûyên ehlikitêb dema Musluman bibin, dê du qat xêr û sewab ji wan re bê dayin.  Di ayetên 52-54’an ji sûreyê Qeses wiha tê fermankirin:

Ew ên ku berî Qur’anê Me kitêb dane wan, dê baweriyê bi vê Qur’anê bînin. Dema Qur’an ji wan re tê xwendin, dibêjin: ‘Me bawerî pê anî. Lewra ew heq e, ji cem Perwerdigarê me hatiye. Jixwe berî wê jî em ji Wî re radest bûbûn.’ Ha ji ber sebra wan du caran xêr ji wan re tê dayin. Ew xerabiyê bi qenciyê didin alî û ji rizqê ku Me daye wan jî înfaq dikin.”