Fetwayen Kurdi
Ma rast e ku Pêxemberê me (s.a.w) dema wefat kiriye, zirxê wî di hember deynê Cihûyekî de rehin bûye?

Ma rast e ku Pêxemberê me (s.a.w) dema wefat kiriye, zirxê wî di hember deynê Cihûyekî de rehin bûye?

Pirs: Li gorî tê gotin Pêxember (s.a.w) beriya ku wefat bike, zirxê xwe di berdêla deynê xwe de li ba yekî Cihû wekî gerewê dêtîne. Ma ev tiştê han rast e? Ger rast be jî divê em vê çawa fêhm bikin?

Bersiv: Di hedîsa ku ji Hezretî Eyşe (x.j.q) hatiye ragihandin; Resulûllah dema wefat dike zirxê wî li ba yekî Cihû di berdêla sî sa‘(di riwayeteke din de bîst sa‘) ceh de rehin hatibû girtin.[1]

Wekî ku tê dîtin, ew bûyereke rast e û di pirtûkên ‘ilmê hedîsê de derbas dibe. Tiştê ji vê bûyerê tê fêhmkirin jî ku danûstandina bi yên xeyrimislim re û rehin dayina ji bo kirîn û firotinê, ne mehzûr û qedexe ye. Belbî caiz e.



[1] Buxarî, Cîhad, 89, Mexazî 86; Tirmizî, Buyû‘, 7; Nesaî Buyû‘, 58.