Fetwayen Kurdi
Ma divê ku meriv hemî taybetmendiyên mal ji bikir re bibêje?

Ma divê ku meriv hemî taybetmendiyên mal ji bikir re bibêje?

Pirs: Ez di bazarê de dixebitim û karê gorefiroşiyê dikim. Hin gore lingan dişidînin û hin naşidînin. Dema ez tiştekî difiroşim, çi gore çi jî malên din, ma divê ku bi taybetî ez ji wan re vê yekê bibêjim? Ev jî heye, ne mumkin e ku ez ji hemî bikiran re taybetmendiyên mal bibêjim. Heta di hin deman de ji ber qelebalixiyê, ez bi bikiran re nikarim mijûl jî bibim. Ka ez ê çawa taybetmendiyên mal jê re bibêjim!

Bersiv: Di mal de hin standartên diyar hene. Di rewşên ku di mal de ew standart tune bin, esil ew e ku tu bikir agahdar bikî. Eger bikir mal bibîne, lê binihêre û bi‘ecibêne, ne hewce ye ku tu jê re şîrove bikî. Encax dema bikir taybetmendiyên mal ji te bipirse divê ku tu jê re bibêjî.