Hukmê malê ku bi rêya fermî nehatibe qeydkirin û bikir jî ew teslîm negirtibe, dê çawa be?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Kirîn û Firotin Tarih: 21 Ocak 2014

Pirs: Bavê min mala xwe firot yekî û ji zilam wesayitek kirî. Lê belê, mal sirf li ser kaxiz hat firotin. Yanî li Daîra Tapoyê nehat qeydkirin. Piştî ku bavê min ji dinyayê koç kir, bi rêya fermî mala firotî ji min û diya min re ma. Ev nêzî 12’e salan e ku em ji mecbûrî aîdat û baca wê didin dewletê. Lewra xanî di fermîyetê de li ser me ye, encax di rastiyê de ne xaniyê me ye. Ji bo em xwe bigihînin xwediyê xanî, ev çend sal e ku em hewl didin. Hin dibêjin “ji welêt reviya ye” hin kesên din dibêjin “mirî ye.” Ne eqreba ne jî yekî wî yê nêz heye. Em nizanin bê ka em ê çi bikin. Dayina aîdat û bacê jî me dixe rewşeke zehmet. Eger em xanî bifiroşin, bi wî pereyî çi bikin, an jî gelo firotina me, durist e? Em bibêjin ku me firot, tiştê para me ye (ew aîdat û bacên heta niha me dane) em jê hilênin, bi yê mayî divê em çi bikin? Eger em pereyan di hesabê Bankekê de razênin, dema xwedî lê dernekeve di hundirê 10 salan de Banka Merkezî dê dest bide ser. Li ber çavan em, pereyê zilan têxin destê Banka Merkezî jî ne tiştekî baş e. Şayed, li Bankê ranezênin û li ba xwe hilênin, ew jî rewşeke xeter e. Di vî halî de divê em çi bikin?

Bersiv: Di kirîn û firotinekê de wezîfa firoşker teslîmkirina mal e û ya bikir jî ku teslîm bigire. Li gorî ku ji pirsê tê fêhmê bikir, xanî/xeyrîmenqûl teslîm negirtiye. Lewra teslîmkirin û teslîmgirtina wî, bi rêya tapoyê pêk tê.

 Mîna ku di pirsê de hatiye qisekirin, mirov eger bi salan dernekeve holê, malê xwe teslîm negire û lê xwedî dernekeve, digel ku lê digerin, lê belê nagihêjin wî yan jî yekî ku mafê wî yê teserufkirina di malê wî de heye û ev rewş bibe sedem ji bo mexdûriyeta firoşker, mirov dikare wiha hereket bike: Mirov ‘eqdê/bazarê betal bike û pereyê ku bikir ji bo xanî dabû bi qîmeta wê çaxê muhafeze bike heta demeke muhtemel be ku bikir derkeve/bê dîtin. Piştî derbasbûna wê demê jî eger bikir neyê dîtin, li ser navê wî di rêya xêr û xêratan de dê bê xerckirin.

Prof. Dr. Servet Bayındır

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Gelo kirîna malê hicizkirî, caiz e? 21.01.14 1.283
2 Hukmê “Yekî ku wesayitek modela wê 2009 ji meriv bistîne, bi şertê ku di sala pêş de yeka modela 2011 be, ji meriv re bikire”, çi ye? 21.01.14 1.287
3 Hukmê kirîn û firotina pisîk û kûçikan çi ye? 21.01.14 1.297
4 Kirîna xaniyan ji TOKİyê gelo caiz e yan na? 21.01.14 1.273
5 Ji dikana ku mey lê tê firotin, gelo caiz e ku meriv tiştekî bikire? 21.01.14 1.392
6 Gelo şikandina çekan, caiz e? 21.01.14 1.311
7 Ez dixwazim wesayitekê bikirim, da ku nekevim faîzê divê ez kîjan rêyê bişopînim? 21.01.14 1.344
8 Hukmê ku meriv ji yekî pere bistîne û bi zêdetirî lê vegerîne çi ye? 21.01.14 1.239
9 Firotina fêkiyên daran beriya ku kulîlkên xwe vekin 21.01.14 1.314
10 Hukmê kirîna malên qaçax çi ye? 21.01.14 1.316
11 Gelo durist e ku di navbera bihayê bi deyn û pêşin de, ferq hebe? 21.01.14 1.312
12 Hukmê bazirganiya li pêşiya mizgeftan çi ye? 21.01.14 1.362
13 Ma kirîna tiştekî bi rêya muzayedê durist e? 21.01.14 1.311
14 Ferqa di navbera bihayê pêşin û bi deyn, gelo dibe faîz? 21.01.14 1.307
15 Ma rast e ku Pêxemberê me (s.a.w) dema wefat kiriye, zirxê wî di hember deynê Cihûyekî de rehin bûye? 21.01.14 1.279
16 Hukmê kirîna diwîzan bi rêya sîstema Forexê, gelo durist e yan na? 21.01.14 1.297
17 Gelo durist e ku meriv malê xwe bi du bihayên ji hev cuda bifiroşe? 21.01.14 1.366
18 Hukmê beşdarbûna rêxistina Lyonessê çi ye? 21.01.14 1.299
19 Qezenckirina pereyan bi rêya serîlêdana malperan, helal e? 21.01.14 1.371
20 Gelo di karkirinê de, tu sînorekî diyar heye yan na? 21.01.14 1.268
21 Ma stendina kuponan caiz e? 21.01.14 1.332
22 Gelo rast e ku Ebû Henîfe, di ticaretê de ji bo karkirinê sînorek daniye? 21.01.14 1.269
23 Ma divê ku meriv hemî taybetmendiyên mal ji bikir re bibêje? 21.01.14 1.247
24 Ma rast e ku di “Mecelle”yê de, sînorê karkirinê hatiye danîn? 21.01.14 1.335
25 Gelo firotina bi rêya “Bey‘ê bil-Wefa”, caiz e? 21.01.14 1.349
26 Gelo dînê Îslamê ji bo karkirinê, tu sînorek daniye? 21.01.14 1.377
27 Firotina malê ku ne di destê meriv de be, gelo caiz e yan na? 21.01.14 1.364
28 Malê ku di destê me de ye, dema bihayê wê zêde bibe, ma divê em bi kîjan bihayî bifiroşin? 21.01.14 1.297
29 Hukmê malê ku bi rêya fermî nehatibe qeydkirin û bikir jî ew teslîm negirtibe, dê çawa be? 21.01.14 1.340
30 Firotina malekî bi bihayê nû durist e yan na? 21.01.14 1.292
31 Kirîn û firotina di dema limêja înê de, li ser înternetê gelo helal e yan na? 21.01.14 1.264
32 Dema meriv tiştekî bifiroşe, gelo bihayê wê demê yan jî malê hatiye firotin tê îtibarkirin? 21.01.14 1.298
33 Ma di wextê limêja înê de kirîna tiştekî ji kantîna dibistanê caiz e? 21.01.14 1.180
34 Dema meriv deh çûwalan bi deyn bibe, dê deynê xwe çawa bide? 21.01.14 1.359
35 Xaniyê ku hêj temelê wê jî nehatiye avêtin, gelo caiz e ku meriv jê qatekî bikire? 21.01.14 1.287
36 Eger meriv dev ji bazarê berde, gelo tu cezayekî wê heye? 21.01.14 1.262
37 Hukmê kirîna wesayit-xaniyekî, bi rêya “Emin Evim”-“Emin Otomotiv”ê çi ye? 21.01.14 1.359