Fetwayen Kurdi
Ji bo destdana Qur’anê ma divê ku meriv bi desmêj be?

Ji bo destdana Qur’anê ma divê ku meriv bi desmêj be?

Pirs: Ji bo destdan, guhdarkirin û xwendina Qur’ana Pîroz, ma divê ku mirov bi desmêj be yan na?

Bersiv:

1- Ji bo xwendin, guhdarkirin û destdana Qur’ana Pîroz, ne lazim e ku mirov bi desmêj be yan jî desmêj bigire. Lewra li gorî ayeta 6’mîn ji sûreyê Maîde û li gorî hedîsên Pêxember (s.a.w) ên sehîh, desmêjgirtin ne ji bo xwendin an jî destdana Qur’ana Pîroz e. Belbî ji bo limêjkirinê şert e. Hukmê ku di merhemên “‘Ilmihalan” de derbas dibe ku: “Destdayina Qur’ana Pîroz, bê desmêj ne durist e.” ‘emel pê nayê kirin. Lewra hedîsên di derbarê wê de zeîf in.

Ev hukmê em dibêjin ne ji ber zerûretê, sirf ji bo zarokên ku Qur’anê hîn dibin re hatiye dayin. Belbî çi misilman çi jî xeyrimislim ji bo her kesî re ev hukum heye û her kes dikare bê desmêj Qur’anê bixwîne û dest bidê.

2- Keç û jin di rojên xwe yên heyzan de Qur’anê çi ji Erebî çi jî ji meala wê dikarin bixwînin, dest bidinê û dua bikin. Tiştê ku di rojên heyza de nikarin bikin bi tenê limêj e.

3- Keçikên misilman dema balix dibin divê ku serê xwe li ba zilamên biyanî yên nemehrem binuximînin. Emrê Xwedê Teala bi vî tiştî teqez e. Lê belê ne lazim e ku di dema xwendina Qur’anê de serê xwe binixumînin. Ji bo xwendina Qur’anê, Xwedê Teala wiha ferman dike:

Çi dema te dest bi xwendina Qur’anê kir, vêca xwe bi Xwedê ji şeytanê recîm biparêze.[1] Ango bibêje: “Eûzûbillahî mîneşşeytanîrrecîm.” Wekî ku ji ayetê tê fêhmkirin di dema xwendina Qur’anê de ji vê pê ve tu tiştekî din ji mirov nehatiye xwestin.

Li gorî riwayeteke ku ji Ebdullah kurê Ebbas (x.j.q) hatiye ragihandin, carekê Pêxember (s.a.w) ji avrêjê derket, xwarin jê re hatibû amadekirin. Ên li wê derê gotin ku “Ji bo desmêjgirtinê em ji te re avê bînin?” Pêxember (s.a.w) wiha bersiva wan da: “Sirf dema ku ez ê rabim limêjê, emrê min hatiye kirin bi desmêjgirtinê.”[2]

Pêxember (s.a.w) bi gotina “Sirf dema ku ez ê rabim limêjê, emrê min hatiye kirin bi desmêjgirtinê” îşaretî bi bal ayeta 6’mîn ji sûreyê Maîde “Gelî bawermendan dema we xwest hûn limêj bikin, rûyê xwe û destên xwe heta enîşkan bişûn…” ve kiriye. Û îfade kiriye ku emrê bi desmêjgirtinê, ji bo limêjê ye. Ne ji bo tu tiştekî din e.



[1] Nehl, 16/98.

[2] Tirmizî, Et‘îme, 40; Ebû Dawûd, Et‘îme, 11.