Fetwayen Kurdi
Hukmê dayina ruşwetê li welatên xeyrimislim çi ye?

Hukmê dayina ruşwetê li welatên xeyrimislim çi ye?

Pirs: Li dewleteke xeyrimislim hukmê dayina bertîlan çi ye? Mîna rişwetdayina ji bo trakîfê. Şayed ku mirov bertîlan nede, dê cezayekî qat bi qat li mirov bê birîn.

Bersiv: Ew kesê ku bi vîzeyê derbasî dewletekê bibe, mena wê ku wî, pergal û nîzama wî welatî qebûl kiriye. Ji ber vê yêkê ew kes dikeve bin hin berpirsyarî û pêwîstiyan. Pergala trakîfê, pergaleke hem ciwakî hem jî ferdî ye. Kesê misilman jî divê li gorî vê pergala gerdûnî bimeşe. Û derketina li dijî wê pergalê ne layiqî mirovê misilman e. Di dawiyê de divê ku hûn li gorî pergala civakî biçin. Eger hûn nerin, cezayê ku li ve tê birîn divê ku hûn bidin û li tu hinceta negerin. Çûna li dijî pergalê, tê mena ku we, cezadayin qebûl kiriye.